Logoyên şirketên navdar yên Hollywoodê çawa hatine çêkirin (Vîdeo)

0
32

Metro-Goldwyn-Mayer (MGM): Leo şêr

Ev Logo ye bo cara yekê li sala 1924an de ji alîyê “Howard Dietz” bo şirketa “Goldwyn Pictures” hat nexşdan.Hejî gotinê ye ku heta nuha 5 şêr li logo ya şirketa “Goldwyn Pictures” de hat bi kar anîn.
Șêrê yekê “Slats” yê eslî û destpêkî bû li sala 1916an ta 1924an ku ji alîyê “Goldwyn Pictures” ve hat nexşdan û li sala 1924an de ji alîyê “Howard Dietz” ve hat guhertin ta sala 1928 ê.
Șêrê duyem “Jackie” ye li sala 1928an ta 1956an de ku bideng bû û bo cara yekê dengê wî geheşte guhê bîneran re, herweha hate reng dan.
Șêrê sêyem “Tanner” e li sala 1934an ta 1956an de û dibe ku ji hemû logo yên “Goldwyn Pictures” î meşhûr tir be.
Șêrê çarem bê nave û bi tenê ji sala 1956 ta 1958 ê bo demekê kêm hat bi kar anîn.
Șêrê pêncem Leo ye ku ji sala 1957an de heta nuha tê bi kar anîn.

Ev babet e li berî niha di 1000Hizirê de hatiye belav kirin.

 


 

Çîroka Logoya DreamWorks: kurekê piçûk ku li ser heyvê rûniştiye û bi darê masîgiriyê xeyala digire.

Di sala 1994ê de şirketa DreamWorks bi hevkarîya 3 kesan hate ava kirin. Steven Spielberg (derhênerê navdar), Jeffrey Katzenberg (rêveberê şirketa Disney) û David Geffen (berhemhênerê sînemayê) avakerên şirketa DreamWorksê ne.
Heger baş bi logoya DreamWorksê binêrin, li bin navê şirketê de sê herfên SKG dibînin, SKG li rexêk ve danana herfên yekê ji destpêka paşnavên her sê avakerên şirketa DreamWorksê ye.
Li destpêkê, dema ku ewan divîya logoya DreamWorksê nexş bikin, hizira Spielbergî ew bû ku divê logo bîranîna serdema zêrîn ya Hollywoodê be.
Yekem logo bi komputerê hat dîzayn kirin û mêrek dîyar dikir ku li ser heyvê masîya digire, lê kesek bi navê Dennis Moran ku karê wî (Special effect) bû û di gelek filman de hevkarîya Spielbergî kirbû, got ku hizra wî ewe ku heger logo bidest bihê nexş kirin baştir dibe, ji ber hindê Moranî ji hevalê xwe Robert Huntî daxwaz kir ku Logoya DreamWorksê dîzayn bike.
Robert Hunt bi harîkarîya hinek hevalên xwe logoya dawîyê nexş dike ku ew logo niha logoya naskirî ya şirketa DreamWorksê ye û li destpêka hemû berhemên vê şirketê, tê nîşan dan.
Lê kurê piçûk ku li logoya DreamWorksê de tê dîtin navê wî William e, ew kurê Robert Hunt dîzaynerê logoyê ye.

Ev babet e li berî niha di 1000Hizirê de hatiye belav kirin.

0 0 deng
Article Rating
Bibe abone
Dazanîne bigre
guest
0 Şirove
Lêvegerînen navê nivîsê
Hemû şiroveyan bibîne