Kurteniherîneke li Sînemaya Kurdî

0
30

Mistefa mihemed serdarê malpera kobani kurd-kurdistan soriya

Dîroka sînemaya kurdî ne pirr kevn e. Heye ku bikaribe bihêt gotin ku Yilmaz Guney yek ji pêshengên derhênerên kurd bû, ku bi filma xwe ya navdar YOL (Rê) sînemaya kurdî/tirkî dewlemend kir. Li dû wî jimareke ji derhênerên din filimên xwe derxistin holê û heye ku Behmen Qubadî û Huner Selîm du derhênerên ber yên din hatibin nasîn bin. Di van salên dawîn de bêtir ji filimên kurdî ji aliyê derhênerên ji her çar beshên Kurdistanê ve derketin holê.

Heye ku bikaribe bihêt gotin ku pirraniya filimên ji aliyê derhênerên kurd ve hatinî çêkirin, yên bi kurdî û yên ne bi kurdî, ta radeyeke bilind xwe bi trajêdiyên Kurdan û rewsha welatê wan ve girê didin. Hinek ji wan, wek hinek filimên Huner Selîm, xwe her weha bi jiyana Kurdên li derve ve girê didin. Di filimine Huner Selîm de mirov dikare wek Kurd bi xwe jî carine bikene, yanê di nav filimên wî de komêdya jî heye.

Jimareke ji filimên kurdî pêrgîniyeke gellekî bash li derve dîtin û hinekan ji wan xelatên navneteweyî bi dest xistin, wek filimên Behmen Qubadî “Hespên Serxwesh” û “Kûsî Dikarin Bifirin,” li bajarê fransî Cannes û li DYA. Filma Nizamettîn Ariçi “Zînê” jî yek ji filimên kalîteçak e ku xwe bi trajêdiya ji rewsha Kurdan ya salên 80yan hatî ve eleqedar dike.

Isal filimên derhênerên kurd di jimareke ji festîvalên navneteweyî de pêrgî pesindanê hatin û hinekan ji wan xelat bi dest xistin. Celal Se’îd yek ji derhêneran bû ku di festîvala filiman “Black Film Festival” de li Montreal, Keneda, xelat ji bo kurtefilima xwe “Dengê Baranê” bi dest xist.

Filima dokumenter “Sînorê Derbas Bûyî” ya Keyhan Kerîmî jî di Festîvala Tolfa ya Kurtefiliman de li Îtalya xelat bi dest xist. Filim serpêhatiya kesine radigihîne ku bi qaçaxîkirinê û derbaskirina sînoran xwe xwedî dikin.
Filima Sehîm Omer xelîfe û Hendrik Verthe ya bi navê “Warê Lehengan,” li milê din, xelata bashtirîn kurtefilim ji Festîvala çînî ya navneteweyî “Kingbonn” bi dest xist.

Di 5emin Festîvala Sînemayî ya Kendavê (El-Xelîc) de filima Taha Kerîmî “Ez Cashekî Spî me” ku serpêhatiya Kurdekî ji bo recîma Seddam li dij Pêshmergeyan sher kiribû û di kiryarên Enfal de dest hebû xelat bi dest xist.

Filima derhêner Ekrem Heydo ya derbarê Helebçeyê de, “Zarokên Wenda,” xelatên bashtirîn derhêner û bashtirîn çîrok bi dest xistin. Filim beshekî ji trajêdiya xelkê Helbçeyê û zarokên wê bi encama bikarhanîna çekên kîmawî (1988) radigihîne. Di filimê de zarokekî Helebçeyî ji bajarê xwe bi dûr dikeve û li dû 20 salan lê vedigere. Li wir 5 malbat li bend a wî ne û her yek ji wan hêvî dike ku Zumnako Muhemmed Ehmed lawê wan be. Ew ê li benda encamên DNA bin. Gelo yê kîjan malbatê be?

Ji ber rewsha gelê kurd tê de, ta nuha pirraniya filimên derhênerên kurd bi pirranî xwe bi siyasetê, sher û trajêdiyan ve girê dane. Çanda gelê Kurd yeke kevnar û dewlemend e û folklora wan bi hunera gelêrî, mûzîkê, govendan û destanan dewlemend e. Hêvî ew e ku derhênerên kurd di salên li pêsh de filimên xwe ne tenê bi mijarên diltezîne, lê her weha bi yên rengîn ve jî.

0 0 deng
Article Rating
Bibe abone
Dazanîne bigre
guest
0 Comments
Lêvegerînen navê nivîsê
Hemû şiroveyan bibîne