‘Dîsko 5 No’lu’ li turneya Ewropayê ye

0
91

Kêzikek, mêşek, mişkek, kûçikek, gardiyanek û mehkûmek di bedenekê de tê ziman. Lîstik wehşetek ku zor li sînorê aqil û xeyalê dike tîne ziman. Lîstik li ser bîranîn, lêkolîn, belge û hevdîtinên li ser Zindana Amedê ya bi Nimreya 5’an hatiye rêstin û derketiye ser dikê.
Lîstika ku ji aliyê Destar Teatre ve li Stenbolê gelek caran derket ser dikê vê carê derdikeve tûrneya Ewropayê. Lîstika ku Mîrza Metîn nivîsandiye û lîstiye, derhêneriya wê Berfîn Zenderlîoglu kiriye. Lîstika 60 deqîqeyî di navbera 1 û 15’ê adarê de diçe çend welatên Ewropayê. Bernameya turneya Destar Teatre bi vî rengî ye: 8’ê adarê li Şanoya Muzîkê ya Albertslund – Kobenhavna Danîmarkayê, 9’ê adarê li Strandgardskolen – Kobenhavna Danîmarkayê û 13-14’ê adarê li Folkets Hus Hallundaya Stockholma Swîsreyê dê derkeve ser dikê. 3’yê adarê ango duh jî di çarçoveya 4’emîn Hefteya Çanda Kurdan a Baselê de derket ser dikê û dest bi turneya xwe kir.

Lîstikê heta niha ev xelat girtine: di 2012’an de Juriya NTVmsnbc, yek ji 5 “Lîstekên Herî Serketî yên Salê”, dîsa di heman salê de; XII’emîn “Xelata Productioriya Yek Kesî;
Juriya Rojnameya Hurriyetê, yek ji 10 “Performansên Herî Serketî Yên Salê”, Pêşbaziya Wêneyê Lîstikên Şanoyê ya Tiyatronline, “Wêneyê Herî Serketî yê Lîstikê” û herî dawî jî
Kovara Tiyatroyê xelata “Lîstikvanê herî Serketî”.

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse