‘Derhênerê Sînemaya Çiya’ li Amedê hat bibîranîn

0
26

Yek ji hîmên ‘Sînemaya Çiya’ Xelîl Dag di 5’emîn salvegera şehadeta xwe de li Amedê bi bernemeyeke hunerî hat bibîranîn. Di bîranînê de aktîvîteyên ku Xelîl digotin hatin lidarxistin. Di şevê de helbestên ji bo Dag hatibûn nivîsîn hatin xwedin û belgefîlma li ser jiyana Dag hat pêşandan

Sînemagerê kurd Xelîl Îbrahîm Uysal (Xelîl Uysal) ku di encama şerekî li Herêma Besta ya Şirnexê tevli 3 hevalên xwe şehîd ket bi bernemeyeke hunerî ya ku ji aliyê Akademiya Sîemayê ya Rojhilata Navîn (OSAD) ve hat lidarxistin, hat bibîranîn. Bîranîna ku li Navenda Çand u Hunerê ya Ciwanan a Cegerxwînê hat lidarxistin ji aliyê gelek kesan ve hat temaşekirin.

Di bîranîna ku pêşengeha wêneyên Xelîl Dag jî hat vekirin de destpêkê ji bo şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hat girtin.

Di bîranînê de helbestên ku ji bo Xelîl Dag hatibûn nivîsîn jî hatin xwendin û hin beşên rojnivîska Xelîl Dag ku dema li çiya nivîsibû jî hatin xwendin. Piştî xendina helbestan û rojnivîskê sînevîzyoneke ku behsa jiyana Xelîl Dag dikir hat pêşandan. Di bîranînê de herî dawî koma muzîkê ya Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê derket ser dikê û bi stranên xwe Xelîl Dag bi bîr anî. Şeva bîranînê bi konsera komê bidawî bû. .

XELÎL UYSAL KÎ YE?

Xelîl Dag di 1973’yan de li Almanyayê wekî Halîl Uysal ji dayik bû. Piştî ku Tevgera Azadiya Gelê Kurd nas kir bi demeke kurt, bû Xelîl Dag, bi gotineke din Xelîl Çiya û jiyana wî bi temamî hat guhertin.

Ji ber ku bavê wî ji Îzmîrê û dayika wî jî ji Agiriyê bû, vê hişt ku Xelîl ji cudabûnê hez bike. Eger wî kurd nas nekirana dê aliyekî Halîl kêm mabûya.

 Di sala 1995’an de di dema damzerandina yekemîn televîzyona kurd li Ewropayê Med Tv de, cihê xwe girt. Dema ku hîs kir ew ê bi vî awayî tam nikaribe Tevgera Azadiya Gelê Kurd fêm bike, berê xwe da Rojhilata Navîn ango çiyayan.

Di 1995’an bo hevdîtinekê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çêbike, çû Şamê. Piştî vê hevdîtinê, mîna ku ew jî dibêje, Xelîl ji rojên vejîna gelekî re şahidî kir. Di nivîseke xwe de, Xelîl wiha behsa tiştên ji çiyayên Kurdistanê fêr bûye dike: “Min, tenê bedena xwe anî çiya. Lê min gelek tişt ji çiyan wergirtin. Ez li çiya mezin bûm. Ne wekî temaşevanekî. Min bi her awayî di nava jiyana çiya de cihê xwe girt.” Xelîl Uysal ê ku bi fîlmê xwe yê bi navê Bêrîtan ku di 2006’an de çêkiribû ji aliyê gel ve jî baş dihat naskirin di 1’ê nîsana 2008’an de di şerekî li herêma Besta ya Şirnexê tevli 3 hevalên xwe tevli karwanê nemiran bû.

FÎLMÊN SÎNEMAYA ÇIYA

Xelîl Uysal hem bi fîlmên xwe ve hem jî bi aliyê xwe yê hunerî ya xurt gelek berhemên nemir ku rêwîtiya gerîlayan vedibêje li dû xwe hiştin. Uysal wekî derhêner îmzeya xwe avêt bin gelek klîbên muzîkê ku ji aliyê gerîlayan ve dihatin çêkirin û gotin. Ji bilî klîban fîlmên wî jî di nav gel de eleqeyeke mzin dîtin. Fîlmên Xelîl Uysal ên ku kişandine û hatine weşendanin ev in: Di sala 2002’yan de fîlmên bi navê ‘Tîrêj’ û ‘Eyna Bejnê’ di sala 2003’yan de ‘dema jin hez bike’ di sala 2006’an de ‘Bêrîtan’ di sala 2007’an de ‘Eîn Lîed fur Zagros’ (Straneke ji bo Zagrosan’. Ji bilî van fîlmên wî yên bi navê ‘Nepeniya rûye me’ û ‘Firmeskên Ava Zê’ jî di nav gel de eleqeyeke mezin dîtin.

 

0 0 deng
Article Rating
Bibe abone
Dazanîne bigre
guest
0 Şirove
Lêvegerînen navê nivîsê
Hemû şiroveyan bibîne