Belgefîlm rastî eleqeyê tên

0
28

Di 32’yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê de digel fîlmên metrajdirêj belgefîlm jî rastî eleqeyê tên.
Di beşa “Belgefîlmê NTV” de gelek belgefîlmên ji welatên cur bi cur têne nîşandayîn. Di vê beşê de 20 belgefîlm hene û ew rastî eleqeyeke mezin hatin.

Ji îtalya heta Îsraîl, heta Afrîkaya Başûr gelek belgefîlmên ji ser hunerê heta îtîrafên îstîxbaratan, ji faşîzmê heta meseleya jinan, belgefîlmên cur bi cur derketin pêşberî temaşevanan.

“Belgefîlmên NTV” di navbera 2-9’ê vê mehê de li Salona Sînemaya Beyoglu ya li Beyogluya Stenbolê hatin nîşandayîn. Di van 8 rojan de bi giştî 8 hezar û 120 kes çûn li belgefîlman temaşe kir.

0 0 deng
Article Rating
Bibe abone
Dazanîne bigre
guest
0 Comments
Lêvegerînen navê nivîsê
Hemû şiroveyan bibîne