‘Azadiya Wenda’ dikeve vizyonê

0
118

Fîlmê ku rûyê reş ê JÎTEMê dema di salên 1990an de li herêmê gelek kes kuştin, windakirin û îşkence kirin tîne ziman, fîlmê “Azadiya Winda” di 22ê Nîsanê de li ser perda spî bighije temaşevanan.

Fîlmê bi metraja dirêj ji aliyê derhêner Umur Hozatli ve hatiye amadekirin, pêvajoya şoreşa gelê Kurd a bi êş û îşkence tîne ziman. Herwiha kesên ku vê rastiya gelê Kurd û a bi êş û elem nabîne jî rexne dike.

Fîlmê ku rastî, şer, êş, îşkence, girtin, binçavkirin û mazlûmiyeta gelê Kurd û rastiya herêmê ya piştî salên 1990 li ser gelê Kurd hatiye kirin, “Azadiya Winda”22′ê Nîsanê li ser perda Sipî digije temaşevên xwe. Filma “Azadiya Winda” ku rûyê reş ê JÎTEM’ê li ber çavan radixe û kesên li hemberî vê rastiyê rexne dike, piştî li çend mihrîcanan hat pêşandan li sînemayê ye. Fîlmê ku ji aliyê nivîskar Umur Hozatli yê ku pirtûka “Aliyekî dile min” nivîsandiye û gelek fîlmên metraja kin amade kiriye ve hatiye amadekikirin, rastiya salên 1990 ên şerê herêmê bi berfirehî bi temaşevanan re parve dike.

‘Em sînemaya azadiyê ava dikin, lê dîtina pereyan zehmet e’
Derhênerê fîlm Hozatli ku di pêşbirka fîlm a NÇMê de bi çîroka fîlmê “Serfiraz” ê bi Kurdî Xelata Jûriyê ya Taybet wergirt, herwiha dîsan layiqî xelata Azadiya Çapemeniyê ya Hellman Hammet a Komîteya Şopandina Helsînkî hat dîtin, vê carê fîlmê metraja dirêj Azadiya Winda qedand. Hozatli, derbarê fîlm de diyar kir ku demeke dirêj e li ser vî fîlmî kar dike û xwestiye ku rastiya JÎTEMê ya li herêmê bîne ziman.

Hozatli, got ku ji bo sînemayê bingehek box we amade kiriye û li ser vî bingehî ev fîlm amade kir. Hozatli, da zanîn ku dema fîlm amade kir, tişta herî zêde ew xist nava zehmetiyê butçe û fînansman bû û got: “Em ji aliyê butçeyê ve rastî astengiyan hatin. Bi taybetî ji bo amadekrina fîlmê azadiyê dîtina pereyan û fînansê zahmettir e.’’
‘Gelê Kurd êşeke pir mezin kişand’

Hozatli, da xwiyakirin ku ji bo êş û serpêhatiya gelê Kurd bîne ziman ji xwe re kiriye karekî serekî û wiha axivî: “Gelê Kurd piştî demeke dirêj a koletî û dîlgirtinê dest bi tekoşîna azadiyê kiriye. Di dema têkoşîna azadiyê de dîsa rastî gelek êşên pir giran û dijwar hatiye. Dema min sînemaya azadiyê çêkir, min xwest vê rastiya ku bi serê gelê Kurd de hatiye bînim ziman. Gelê Kurd ji bo azadiya xwe êşên pir mezin kişandine. Herwiha ji bo azadiya xwe bedelên gelek mezin dane. Min xwest vê têkşîna gelê kurd û êşên ku bi gelê Kurd hatiye kişandin bi gelê cîhanê re parve bikim. Min xwest her kes vê rastiyê bibîne û bizanibe.’’

Hozatli, destnîşan kir ku li dijî bingeha faşîzan a dewletê, li Tirkiyê di qada çand û hunerê de hêzên demokratîk û azadîxwaz hene û ji ber vê yekê di pêşxistina sînemaya azadiyê de ne bêhevî ye.

‘Divê JÎTEM û Ergenekon deşîfre bibe’

Hozatli, daxwiyand ku wî bi vî fîlmî xwestiye rastiya JÎTEM û Ergenekonê li ber çavan raxe û bibîrxist ku JÎTEM û Ergenekon li herêmê deşîfre bûye, lê ew dixwaze bi vî fîlmî rastiya JÎTEM û Ergenekonê li ber çavê hemû cîhanê raxe û axaftina xwe wiha qedand: “Hê Suleyman Demîrel, Mehmet Agar, Tansû Çîller û herwiha hemû Serfermandar li ser kar in. Herçiqas AKP bêje li dijî Ergenekomê têdikoşe jî di rastiyê de ne wiha ye. Hê jî dewlet nirxên gel naparazê û bi polîtîkayên înkar û îmhayê komkujiya ziman, çand, siyasetê li ser gel dimeşîne.” Rûdaw

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse