‘Agir û Av’

0
63

Komuna Fîlman a Rojava ji bo salvegera komkujiya Sînameya  Amûdê  nivîsek weşand. Nivîsa ji bo Sînameya Amûdê ya Komuna Fîlman a Rojava wiha ye:

”Di 13’ê Sermaweza 1960’an de, derhênerê tirsonek û gurê zarokan senaryoyek nivîsîbû. Ji bo kêşana fîlmê xwe cihekî xweş amade kiribû. Li avahiyeke 40 santîmî kûr, wekî koncalê. Banê wê ji beşt û textan û kewş. Dîwarên wê bi çewal û kîsan pêçayî. Kursiyên wê ji daran bû. Li ber şibakeya vedibe jî bîrek tijî av. 500 lîstikvanê zarok jî amade kiribûn. Êdî ji bo kêşana fîlmê ‘Agir û Av’ ê her tişt amade bû. Herdu deriyên teng hatin kilîtkirin(qifilandin) û leşker danîn ber. Derhêner û ekîba xwe, xwe dan pişt kamerayê û dest bi kêşana film kirin.

Di perdeya spî de fîlmê ‘Tawanbariya Nîvê Şevê’ xuya bû. Nîşandana vî fîlmî ji bo alîkariya piştgiriya şoreşa Cezayîrê bû. Lê zarokan nizanîbûn ev biletên firotine wan biletên mirinê ne. Di naverasta perdeya spî de çirûskên agir û qêrîna zarokan dest pê kir. Ji bo film bi dawî bikin zarok bi zorê dan sekinandin û derhêner û ekîba xwe reviyan. Agir geş bû, mirin li hola sînemayê û li ser dikê direqisî! Notayên mûzîka fîlm ji agir bû, kezeba mirovan dişewitand. Qêrîna zarokan bibû stran ji melkemotên ber deriyê dojehê re. Şerîda fîlm qetiya bû. Lê derî venedikirin.

Fîlmê ‘Agir û Avê’ dest pê kiribû. Salona Sînemaya Amûdê bibû dojeh û dişewitî. Di hundir de agir geş dibû asîmanê Amûdê reş dibû. Bêhna goştê biraştî dihat ji Amûdê. Zarokan xwe li derî dan lê venedibû. Dişewitîn! Xwe li şibakê xistin lê bîr li ber şibakê bû. Yan wê bişewite yan wê bifetise. Tenê tercîhek dabûn wan, şiklê mirinê. Av û agir dijberî hev bin jî wê rojê bibûn hevalbendê hev. Ji herdu yan jî mirin difûriya. Hîn zarok bûn, nizanîbûn ava jiyanê jî dibe mirin ji bo wan. Yên di salonê de man jî mirin û yên xwe avêtin bîrê jî. Ji ber ku bilêta mirinê kirî bûn!

Dayikan tep li pişta kezebên xwe xistin û destên wan dan destê mirinê. 283 dil, 283 can, 283 delal, 283 gulok di payîzê de bi saxî hatin biraştin.

Em her sal wekî îro kom dibin da ku vê bûyera bi êş bibîr bînin. Em tev dizanin berpirsê vê bûyerê rejîma komara ereb ya yekgirtî ye. Çi bi zanebûn hatibe kirin çi jî bi sedema kêmguhdanê be. Biryara nîşandana fîlm ji bo piştgiriya bi şoreşa azadiya gelê Cezayîrê re hatibû girtin. Lê ev rejîm mafên gelên komara xwe nas nedikir. Îro, piştî 58 salan, em hê baştir fam dikin ku tu carî rejîmên despot û zordar nikarin ji pirsgirêkên gelan re bibin çare. Ev bobelata bi serê gelên Amûdê de hat, encama hişmendiya zordar, navendîparêz û netewperest a rejîma wê demê bû. Nifşeke sax, xuncên ber pişkivînê bûn qurban.

Li cihê ku gel bigihe hunerê, pêrgî mirinê hat. Ango mirin xistin navbera gel û hunerê. Lewre, îro pêwîstiyeke jiyaniye ku huner bigihê vê civakê. Huner û bi taybetî jî hunera sînema, di demên şoreşan de dibe henaseya gelan. Ji dema şewata sînemaya Amûdê ve, henaseya me qut bibû, bêhna me çikiyayî bû; îro ji nû ve em dikarin bêhnvedankê bigirin. Ev bîranîn jî encex bi sînemayê dîsa dikare zindî bimîne.

Îro, di salvegera 58’an a şewata sînemaya Amûdê de, em soz didin ku em ê wan 283 dilên biçûk di dilên xwe de û di wijdanên xwe de biçînin û wan bi xwêdana xwe av bidin. Em ê xewnên wan ên nazik bi rêya sînemayê zindî bikin. Em ê xebatên xwe bi qasî wan delalan, çeleng, zelal û bi coş çêbikin û bilind bikin.”

0 0 deng
Article Rating
Bibe abone
Dazanîne bigre
guest
0 Comments
Lêvegerînen navê nivîsê
Hemû şiroveyan bibîne