gototopgototop

Kürt Sineması - Sînemaya Kurdî - Kurdish Cinema

Têketin-GirişEndamtî-Üyelik
Anasayfa - Mal » Soru ve Cevap » Bu Sinema Sorularını Tartışalım!! » Kürt filmi nasıl başlamalı ve nerede, nasıl bitmelidir?
A+ R A-

kürt filmi

Divê filmên Kurdî Çawa destpê bikin û çawa bi dawî bibin?

Şirove - Yorumlar

Em ê çewa sînoran dîyar bikin?! Di serîda pêwîst dike ku mirov bibêje ev pirs hinek teqez e û li jor li mirov dirêne.ji bo "sînemayakurdî" pirseka têra xwe dijwar! pirseka ji pirsan re pir vekirî û her wiha hinek jî zor. Yanî gava mirov derheqê vê pirsê de tiştek bîne ziman dibê mirov baş bifikire û wisa bibe bersiv. Lewra mijar "sînemayakurdî" ye.Her mirov (hunermend) ji ber ku xwedî ramanek xwerû û cûda ye, wê bersiv jî cur bi cur bin. Di heman demêda berhemên derkevin holê jî wê ji hev cihê bin ango rengo rengo bin.Li gor her hunermendî, destpêkek cûda û dîsa dawîbûnek cûda! A derkeve holê wê ev be ez bawerim. pirseka ji niqaşêre vekiriye. Yanî ji bo hunerê an jî afirîneriyê tiştên teqez zû bi zû derbasdar nînin! Yanî mirov nikare bi awakî azad bibêje wê fîlmek ji vir destpê bike û wê li vir biqede. Her derhêner û senaryonivîs hîsiyata wî/wê nave weke hev. Serpêhatî, kurtejîyan û ciye lê mezin bûye(erdnîgarî) wê ji hev cûda bin. Fîlmên bên kişandin jî wê ne wek hevbin. Ji xwe niha jî wisa dimeşe.Rastiyên her çar perçe Kurdîstan her çikas ji hev nedûr bin jî du navbera wande ferq heye. Wê her kesek li gor taybetmendiyên wî perçê Kurdîstanê tevbigere û biafirîne.Tiştên teqez li ber hunereka azad asteng in! Lê ez fikr û ramanê xwe(wek sînemagerekî) dikarim wisa bi lêv bikim; Berîya her tiştî armanc û niyet; mantelîte û bîrdozî...ji xwe gava berhemek derkeve holê diyar dibe bê bi çi mabestê hatiye afirandin. Lewma jî xwandin û watedayîna berhemê(fîlm), wê ne tiştek zahmat be.

wekî din; ziman bingeha zafek hunera ye. zimanê zikmakî! axavtin, diyalog, muzîk,hizirandi n û hest pêwîste kurdewar bin! Gava ziman bi kurdî be fîlm bêtir gewre û yekta dibe. Mijarên bên kişandin ji nav civakê werin hilbijartin; pirsgirêk û nakokiyên gel di senaryoyê de bên neqişandin. Bêhna çand û jiyana kurdîtiyê ji fîlm were ew fîlm bi qedr û qîmet dibe. Ji xwe gava ev tişt werin bikaranîn wê fîlm di hêla navneteweyî de jî bibe xwedî nîrx û were pejirandin. Zimanê estetîk jî bi hunandina çanda wî gelê tê afirandin. Bêyî çand, ziman, nasname, dîrok û rastiyên gelê kurd tenê ne sînema tu beşên hunerê pêşda naçin! Dilsozî başe lê têr nake mixabîn! Pêwîste mirov dakeve nava civakê û hin çavdêriyan bike. Ji dûr de na ji nêzve birêne û wisa dest bi kişandina fîlmekî bike..Aha wê gavê, wê ew fîlm ji dil were hezkirin û pejirandin. Ew fîlmê dil û mêjî nêzî hev dike di dilê Kurdan de dibe bêhempa. Ew derhêner û berhema ku li "bîr" a Kurdan îxanet neke li ber dilê kurdan her tim "delaliye" wekî din jî ne pêkan e! "Bîr" a kurdan bi birîne, xedare, tijî kul û jan e. û hesase..Lewma jî kesê ku dest bavêje vê birînê divê hoste, çê, têr û tije be. Berhema (fîlm) ku birînê xwîn bike wê pûç derkeve! Kesê dibêje ez ê berhemekê biafirînim lazime xwedî angaşt û baweriyeka bilind be. Mîmarê vegotineka nû be. Mesela sînemaya me jî eve bi kurtasî; kesê ku bi xwe bawere bila xwe berde meydanê û dengê xwe bilind bike, em bi hemû hêza xwe li balê ne...

0 Ardin Diren 2014-01-31 13:15 #13

Jêgirt - Alıntı

ahmedo1
Ez tevli te nabim, tu hineke kapitalis li mesele dineri...

0 Dersim62 2014-01-30 13:54 #12

Jêgirt - Alıntı

Min ev şirove di facebook de parve kir le bawerim cihê wê evder e. Ez dîsa parve dikim.

"Fîlmên kurdî bi tevahî behsa mijarên polîtîk dikin û bi gelek lewnan dişibin dîskûrên hereketên polîtîk yên kurdistanî. Bi gotineke din, sînemaya kurdî xwe li ser bîr û bawerîyên dîroka kurdan ya polîtîk ava kiriye û mîsyona xwe wekî nîşandana kurdan dîyar kiriye. Ev rastî qedrê hunera sînemayê (ku hunera dîtîn û nîşandanê ye) ji bo gelê kurd (ku di dîrokê de her dem hatiye veşartin) zêdetir dike. Lê di heman demê de ziman û estetîka sînemaya kurdî di nav mijarên polîtîk de asê dike.

Di filmên kurdî de mijara filmê li gor/bi çavên lehengên fîlmîk yên kurd tê raçandin û kamera bi rêya wan derdora wan nîşan dide û cîh û dîmenên fîlmîk ava dike. Lê, her çiqas di fîlmên kurdî de mirov dikare li ser hebûna kurdan behsa nêrînekê xweser bike jî, divê em ji bîr nekin ku, heya ku li her çar parçeyên Kurdistanê bazara sînemaya kurdî peyda nebe, pir zihmet e ku derhênerên kurd bikaribin di fîlmên xwe de, xwe bi yekcarî ji nêrînên orîentalîst, ango xwe ji bi çavên bîyanîyan li xwe nêrînê biparêzin."

0 ahmedo1 2014-01-30 13:52 #11

Jêgirt - Alıntı

Çend taybetmendîyên sînemaya kurdî yên ku li gor tarîfa min derdikevin peş çav ev in:

Zimanê kurdî di binavkirina sînemaya kurdî de faktora sereke ye. Lê, ji ber sedemên aborî, polîtîk û hunerî, zimanê kurdî nikare bibe zimanê yekane yê sînemaya kurdî. Ji bo ku em bikaribin filmekî derhênerekî kurd di bin navê sînemaya kurdî de kom bikin, divê ev fîlm, ne bi tevahî jî be, bi giştî (% 50yê zêdetir) bi zimanê kurdî hatibe kişandin.

Rola derhênerên kurd di nasîna sînemayeke kurdî de ji ya çêkeran girîngtir e. Lê derhênerên kurd di heman demê de, hem xwedî nasnameyeke kurdî ne, hem jî girêdayî nasnameyeke fermî ne. Ango, li hinek cihan û car caran wekî kurd, li hinek cihan jî li gor nasnameyên xwe yên fermî tên nas kirin. Ji ber vê yekê mijar û zimanê filmên derhênerên kurd, mixabin, têra kurdbûna filmên wan nake. Ew dibe ku bibin berpirsên dannasîna filmên xwe di bin navê sînemaya kurdî de. Ango, ji bilî naveroka filmên xwe, derhênerên kurd dibe bi dîskûrên xwe jî bibin wesîleya dannasîna filmên xwe di bin navê sînemaya kurdî de. Kampanyaya dannasîna filma dawî ya Hiner Saleem "Heke tu bimirî ez ê te bikujim" pir baş nîşan dide ka bi çi awayî derhênerek dikare bi dîskûrên xwe yên medyatîk filma xwe bike "kurd".

Li gor vê tarîfê, piranîya filmên derhênerên kurd yên ku li dîyasporayê dijîn, bi taybetî yên Hiner Saleem, filmên Bahman Ghobadî, piranîya filmên derhênerên Kurdistana başûr, fîlmên derhênerên ji rojhilata Kurdistanê yên wekî Cemîl Rustemî, Şehram Alîdî, Şîrîn Cîhanî û ji Kurdistana Bakur filmên Kazim Öz dikarin di bin navê sînemaya kurdî de bên bi nav kirin. Her wisa, filmên Hiner Saleem û Bahman Ghobadî ku li her derê dinyayê tên dîtin, di naskirin û çêbuna sînemaya kurdî de xwedî roleke pêşeng in. Ji alîyê din, bêyî ku em behsa kalîteya hunerî/estetîk, qazanca aborî, bandor û xweserîya naveroka filmên wan bikin, eleqe û enerjîya derhênerên kurdên Başûr divê wekî îşareta mezinbûna sînemaya kurdî li başûrê Kurdistanê bê dîtin.

0 jiyan21 2014-01-30 13:44 #10

Jêgirt - Alıntı

Quoting meyman:

Kürt sinemasi herşeyden önce bize kürdi bir dünyadan seslenebilmelid ir. Anlatılacak her şey, bu ister doğrudan politik mücadeleyi konu edinsin ister bireyin kişisel özel dunyasini konu edinsin, yeryüzünde mücadelesi ve kimlikleri ile var olmaya karali bir halkin hayatinin anlatimi olmalidir. Kendi küllerinden gür bir ateş olarak doğan ve tüm ortadoguya isik olan kurt halkinin devrimci mücadelesinden birakin her bir bireyin etkilenmesini, kurdun, kusun agacin,suyun kaderi bile bu mücadele ya baglanmistir. Kürt sineması artık "bakın biz de insansız, bize de kürt derler" demeyi bir tarafa birakmali. Cocuğu, yaşlisi, kadiniyla zulme karsi direnen devrimci kürdü ve yarattığı yeni hayati anlatabilmelidi r.


Artık direnerek güzelleşen Kürdün hikayesi işlenmelidir. Bu konuda Meyman arkadaşın değindiği noktayı pransip olarak kabul ediyorum. Sinemamız varoluşumuzu dillendirmemiz değil varoluşumuzu anlamsal kılacak argümanları yaratmamaız olarak tanımlanmalıdır . Kürt sineması Kürtlerin tarihsel değerlerini güne yansıtmanın sanatı olmalıdır. Bu değerlerden kasıt toplumun dengbeji, giyimi, coğrafyası, dili, mitolojisi, masalları, kültürel tüm yaratımlarıdır. Bunlar doğru temelde ele alınıp işleniyorsa, ve Kürtlerin çok kültürlü, dilli bir toplum olarak yansıta bildiği oranda kürt sinemasıdır. Kürtlerin sineması kürtler gibi çok kültürlü, mezopotamya gibi renkli olmalıdır. Ulus sineması olarak ele alınmamalıdır. Devrimici bir çizgide yürüyerek Kürdün destansı duruşunu, devlet dışı yaşam duruşunu iyi yansıtmalıdır. Kürtlerin ( günümüz kapitalize olmuş azınlık kürtleri kasttemiyorum) kabile, aşiretsel demokratik yapıları işlenmeli, militarizme, bürokrasiye, milliyetçliği, cinsiyetçiliği vb kapitalizme, feodal düzene ters düien yapıları iyi çözümlenerek estetik ve politik bir biçemle sinemaya dönüştürülmelid ir. Bu oranda Kürt sineması tanımlana bilir ve diğer ulus sinemalarına alternatif olarak bir farklılık yaratabiliri. Önemli olan filmlerin teknik boyutu değil anlamsal-felsefik boyutudur. İşte bu temelde yola çıkılmalı ve başarılı olunmalıdır.

0 Filankes.. 2014-01-30 13:32 #9

Jêgirt - Alıntı

Kürt sinemasi herşeyden önce bize kürdi bir dünyadan seslenebilmelid ir. Anlatılacak her şey, bu ister doğrudan politik mücadeleyi konu edinsin ister bireyin kişisel özel dunyasini konu edinsin, yeryüzünde mücadelesi ve kimlikleri ile var olmaya karali bir halkin hayatinin anlatimi olmalidir. Kendi küllerinden gür bir ateş olarak doğan ve tüm ortadoguya isik olan kurt halkinin devrimci mücadelesinden birakin her bir bireyin etkilenmesini, kurdun, kusun agacin,suyun kaderi bile bu mücadele ya baglanmistir. Kürt sineması artık "bakın biz de insansız, bize de kürt derler" demeyi bir tarafa birakmali. Cocuğu, yaşlisi, kadiniyla zulme karsi direnen devrimci kürdü ve yarattığı yeni hayati anlatabilmelidi r.

+1 meyman 2014-01-30 12:33 #8

Jêgirt - Alıntı

Pirsgirêkên li hember nasîn û binavkirina sînemayeke kurdî, bi piranî, ji têkilîyên di navbera kurdan û nasname û sînemayên neteweyî yên dewletên serdest de "dipekin". Ji ber ku hebûna sînemayeke neteweyî, girêdayî hebûna dewlet û nasnameyeke neteweyî ye; nebûna sînemaya neteweyî ya kurdî jî girêdayî nebûna nasnameya neteweyî, ango nebûna dewleteke neteweyî ya kurdî ye. Bêyî ku em karîkatûrîze bikin, li gor vê formulasyonê, sedemên pirsgirêka kurdî û sedemên bênavbûna sînemayeke kurdî yek in. Her wisa, pirsgirêka kurdî, ya ku di dîskurên polîtîk yên kurdan de bi rêya peyvên "red" û "înkar" tê ziman, di wateya temsîlîyeta kurdînîyê ya di sînemayên neteweyî de, wekî veşartina (dissimulation) hemû formên maqûl yên nasnameyên kurdî xwe pêk tîne. Yanî, înkarkirina polîtîk ya nasnameya kurdî dibe sedemê veşartina hemû formên xweser yên kurdînîyê di sînemayên neteweyî yên dewletên li dijî kurdan de. Di vê wateyê de, perdeya spî ya sînemayê ku hemû gelên xwedî dewlet xwe li ser dibînin û didin diyarkirin, li pêşîya hebûna kurdan di destên dewletên neteweyî yên dijberî kurdan de dibe perdeyeke tarî.

Qesta min ji gotina "formên maqul yên nasnameya kurdî", ne nîşandaneke realîst/objektîf ya kurdînîyê ya bi destê "bîyanîyan" e. Di çarçoveya meselaya kurdî de, ku zêdeyî sedsalan e devam dike, temsîlkirina kurdan di sînemayê de hindî ku bi destê bîyanîyan be, di navbera zimanekî sînemayî yê objektîf/realîst an jî yekî subjektîf/fîktîf de ferqên girîng nînin. Tê qebûl kirin ku zimanekî sinematografîk (langage cinématographiq ue) yê subjektîf/fîktîf bi giştî xwe dispêre metaforan, lê zimanekî sînematografîk yê objektîf/realîst xwe dispêre mêtonîmîyan.

Di çarçoveya behsa temsîlkirina kurdan di sînemayên bîyanî de, sînorên di navbera metafor û metonîmîyê bi hêsanî radibin. Gelek caran, rastîyên civakî an jî polîtîk yên kurdan, bi rêya nîşandana "parçeyekî" xirap tên ser û bin kirin. Bo mînak, mijarên li ser "jinkuştin û feodalîya kurdan" di sînemaya neteweyî ya Tirkîye de pir caran wekî mêtonîmî/parçeyekî ne baş ya rastîya kurdan tê bi kar anîn û "kurdînî" wekî feodalîteyeke kevneperest tê nîşan dan. Di gelek fîlmên tirkan de, "jinkuştin" (ew dibêjin namus cinayeti), "axaftina bi aksan ya bi tirkî", "bêfamî/cahilî", "destkurtî û feqîrî", "tund û tûjîya olî" û "cil û bergên kurdî" wekî kodên feodalbûn, ango paşdamayîna kurdan tên bi kar anîn û bi vî awayî dibin amrazê biçûkkirin/biçûkdîtîna kurdan. Rast e, feodalî û jinkujî, qasî hemû civakên rojavayî (tirk bi xwe jî tê de) rastîyeke civakî ya kurdan e. Lê, her çi qas ev perçeyekî ji rastîya civaka kurdan be jî, yekem sedemê avakirina "îmaja hovîtîya kurdan" di filmên tirkan de nîşandana feodalîyê nîne. Ev îmaj, berî her tiştî, di nav dîskurên fîlman de li gor konseptên îdeolojîk yên veşartî tên ava kirin. Di fîlmên tirkan de, lehengên fîlmîk yên sereke di avakirina "îmaja hovîtîya kurdan" de xwedî misyoneke mezin in. Ew leheng ku her car bi kêmî, yek ji wan tirkekî "modern", "rewşenbîr" û walatparêz (neteweperest) e, mîna prototîpên idéal yên nasnameya fermî û modernîzma kemalîst tên karekterîze kirin. Mesela, di wan filman de ji alîyekî ve kurdînî wekî kêmasî û kevneperestîyek ê tê kod kirin, ji alîyê din jî tirkbûn, li dijî kurdînîyê wekî nasnameyeke îdeal ya neteweyî tê xemilandin. Sedemê "afirandina" vê dualîzma ideolojîk, bêyî ku peyvên "kurd" an jî "Kurdistan" bên bi kar anîn, piştgirtin û qewîkirina nasnameya neteweyî ya tirk e. Ji ber vê yekê, di wan fîlman de kurd çiqas "rojhilatîyên paşdemayî" bin, tirk ew qas "rojavayîyên pêşda çûyî" ne, kurd çiqas "bêfam", "jar" û "perîşan" bin, tirk ew qas "bi aqil", "jîr" û "bextewar" in. Yanî dawîya dawîyê mesele tê li ser gotina Atatürk: "Ne mutlu Türküm Diyene". Eşkera ye ku vegotina (naration) mijara feodalîyê di filmê derhênerekî kurd de, heke bi zimanê kurdî û ji bo kurdan hatibe kêşan, tu cara nabe sedemê neqedirgirtina nasnemaya kurdan. Ji ber ku, di filmekî ku bi destên kurdan û bi kurdî hatibe kêşan de, "kurdînî" wê di nav hîyerarşîyeke nawxweyî de û bi çavekî kurdewarî bê nirxandin. Bi gotineke din, ev nabe amrazê mezinkirin û îdelîzekirina nasnameyeke din ku xwe li dijî nasnameya kurdî avakirî ye.

0 Feratê D. 2014-01-30 09:31 #7

Jêgirt - Alıntı

Sînemaya kurdî ji fîlmên ku ji alîyê derhênerên kurd ve hatibin kêşan, ku zimanê wan bi tevahî (intégralement) an jî bi giştî (principalement ) bi kurdî be û ku mijara wan li ser kurd û Kurdistanê be, pêk tê. Li gor vê tarîfê du paradoksên mezin ku ji pirsgirêka kurdî ya polîtik dizên, derdikevin pêşîya sînemaya kurdî. Paradoksa yekê ev e: Sînemaya kurdî, wekî sînemaya gelekî bindest, ji sînemayên neteweyî yên gelên serdest zêdetir pêwîstî bi piştgirîya fînansman û sazîyên dewletî heye. Berevajî sînemayên neteweyî, sînemaya kurdî ne xwedî temaşevan e, ne xwedî bazar e, ne jî xwedî nasnameyeke fermî ye. Her wisa ji ber nebûna bazar û temaşevanên kurd, ew nikare, wekî dezgehên din yê ragehandin û xwe-îfadekirinê jî, hebûna xwe bi temamî bi hebûna bizavên siyasî yên kurd ve girêbide. Ev kêmasîyên aborî bandoreke mezin li ser naveroka filmên kurdî dikin û gelek caran derhênerên kurd mecbûrî lêgerîna "çîrokên sivik" dikin ku çêker û temaşewanên "ne-kurd" nikarin û naxwazin filmên kurdî çêbikin û temaşe bikin. Paradoksa duyem jî ev e: Sînemaya kurdî, heya vê gavê armanca hebûna xwe, wekî aşkerekirin û nîşandana "kurdînî"yê destnîşan kirîye. Yanî mîsyona sereke ya sînemaya kurdî şikandina kodên polîtîk yên veşartina kurdînîyê ye. Lê, mixabin di halê hazir de, filmên derhênerên kurd ku mirov bikare di bin navê sînemaya kurdî de analîz bike, bixwe ji alîyê wan kodan ve hatine dorpêç kirin û veşartin. Ev rastî careke din hebûna sînemaya kurdî bi pirsgirêka kurdî ve girêdide.

0 mirza 2014-01-30 08:54 #6

Jêgirt - Alıntı

Bir ulkenin sinemasini o ulkenin insanlarinin yasanmisliklari olusturur bu sebepten Kurt sinemasini Kurt realitesinden bagimsiz dusunmek hayalciliktir, Kurdistan halkinin yasadigi aci, haksizlik ve zulum Kurdistan sinemasinin asil konusunu olusturmalidir.
Bunun yaninda globallesen dunya icerisinde gelenekci yapidan gelen Kurt halkinin mecburi gocler sonrasi yabanci dunya karsinda kendine yabancilasarak cozum bulmaya calistigi ruh hali mutlaka Kurt sinemasinda islenmelidir.

+1 dersim62 2014-01-30 07:22 #5

Jêgirt - Alıntı

divê fîlmê kurdî a yekem ji xwezayiyê dest pê bike, ji rastiya mirovahiyê dûr neçe, berî her tiştî kedeke bê berjewandî divê were dayîn. xala herî giring jî divê li ser êşa gelê kurd neyê lîstin, çand,huner,dîro k û jiyan û afrêneriya kurdan rast û baş were pêşandan û a din jî divê kurd bi xwe bikin, li benda kesên din (nekurd)nesekin in, yên ku evî karî bikin jî divê li benda alîkarî û piştgiriyê nesekinin, ku bixwazin dikarin li her derî û li her cûreyî fîlman bikêşînin.
fîlm dikare li her derê were kêşandin, cihê ku jiyan lê hebe. û heya ku jiyan hebe divê fîlm bidome.
divê fîlm çawa bi dawî bibe: hin mijar ji para temaşevanan re divê bê hîştin û bi dawî bibe.

+3 ferîdun 2013-11-13 00:40 #4

Jêgirt - Alıntı

Şirove Bike - Yorum Ekle

Security code Nû bike - Yenile - Refresh

Pirsên Ku Ji We re Hatine Pêşniyarkirin - Size Önerilen Sorular

27 Nis 2013
Sinema bir sanat mıdır?
28 Nis 2013
İlk filmi kim yönetmiştir?
28 Nis 2013
Sinematografi nedir?
28 Nis 2013
İnsanlar neden sinemaya gider?
27 Nis 2013
Kürt Sineması Resmi İdeoloji ve İnkarını Yıkabilir mi?

онлайн фильмы

Têketin-Giriş

Şu anda 574 konuk çevrimiçi


Endamtî-Üyelik

Şu anda 574 konuk çevrimiçi

*
*
*
*
*

* İşaretli alanların doldurulması gerekir.