gototopgototop

Kürt Sineması - Sînemaya Kurdî - Kurdish Cinema

Têketin-GirişEndamtî-Üyelik
Anasayfa - Mal » Soru ve Cevap » Bu Sinema Sorularını Tartışalım!! » Kürt sineması nasıl doğdu?
A+ R A-

Kürt sineması nasıl doğdu?

sinemaya kurdi cawa ava bu

Sînemaya Kurdî çawa avabû?

Şirove - Yorumlar

Dema li vir sînema tê gotin, Agirê Sînemaya Amûdê tê bîra mirovan. Sînema li vir ewqas bi êş û keder e. Di 1960ê de li sînemaya Amudê bi dehan zarokên kurdan ji ber derketina agir jiyana xwe ji dest dan. Li gorî gelek kesan rejimê ev yek kirîye, li gorî hinekan jî agir bi xwe derketîye. Lê çi dibe bila bibe, di dawîyê de bi dehan laşên zarokên kurd yên şewitî ji salona sînemayê hatin derxistin. Ev bûyerek wek bûyereke reş ket dîroka kurdan. Lê sînema û çanda kurdî li vir ji ber zilm û zordarîya dewletê tu carî çênebû. Heyanî îro jî qedexe ye. Heya ku Sînemaya Kurdî tola (heyfa) van zarokan nehilîne mirov nikare qala zayinê ango qala avabûna Sînemaya Kurdî bike. Ji ber ku Sînemayek ne azad e, divê xwe azad bike ango tola wan zarokan hilîne.. Zarok li benda Sînemaya Kurdî ne, agir jî hêj netimiriye, ango nemiriye, hêj jî laşê wan zarokan dişwite, diêşe, heya ku heyfa wan newe hildandin agir jî namire..

-1 Rêveber 2014-02-24 23:25 #6

Jêgirt - Alıntı

Sînema kurdî ji Rojhilat belav bû, Îro her çiqas dilê sînemaya kurdî li bakur bavêje jî, berhemên girîng li Rojhilatê Kurdistanê derket. Behmen Qobadî di 2000ê de bi çêkirina fîlm, ne tenê sînemaya kurdî, pirsgirêk û jana gelê xwe jî nîşanî cîhanê da. Ji Çînê bigire heyanî Awusturalyayê temaşevan piştî Yilmaz Guney kurd û pirsgirêka kurdî bi Behmen Qobadî nas kir. Bi rastî Qobadî bi têrbarî, nêrin û estetîka sînemayê, bala alemê kişand. Qobadî, tenê sînemaya xwe nîşan neda, bi vê yekê re wî hem sînemaya kurdî da nasandin û hem jî jibo ciwanên nû, bû hêvîyek. Fîlmên wek "Dema Hespên Serxweş","Kusî Jî Dikarin Bifirin" û "Nîw Mang" di serî de li Venedîk, Cannes, Berlinale û San Sebastianê hat nişandan û xelatên giranbuha wergirtin. Gelek ciwan bi rêberîya Behmen Qobadî, ketin nava tevgara sînemayê. Dîsa li rojhilatê Kurdistanê, derhênerê wek Şirîn Cîhanî, Rahîm Zebahî, Jiyar Gol, Ferîboz,Taha Kerîmî û Babek Amînî derketin û fîlman çêdikin û fîlmên wan di festîvalên navneteweyî de tên nîşandan.

+1 ciwanro 2014-02-24 23:18 #5

Jêgirt - Alıntı

Sînemya kurdî li berê de heye le bele bela go kurd li bere de nav zordariye de bûn nikari bûn li sinemaya xwe çebikin. zimane kurdi qedaxekiri bû jı loma sinemaya kurdi xwe bere peş neda.

+1 fatossyldzz 2014-02-24 19:50 #4

Jêgirt - Alıntı

Sînemaya kurdî herçiqas çend sal piştî destpêka dîroka sînemaya cîhanê gavên xwe yên yekem avêtibe jî, ji ber pirsgirêkên netewî bi qasê ku tê xwestin bi pêş neket. Wek zarokeke nexweş û elemdar bi awayeke tendûrist seyreke erênî neşopand. Vê rewşê demeke dirêj hebûna xwe parast. Lê di nav 20 salên dawîn de, di sînemaya kurdî de pêşketineke berbiçav derkete holê. Helbet ne bi pêşketineke ku meriv pê şanaz be. Ji ber kû sînemaya kurdî hîn di nav teşqele û zehmetîyan de li rêya xwe digere…

Hunera sînemayê di sala 1895ê de li Parîs a paytexta Fransayê dest pê kir. Du birayên fransîyên bi navên Auguste û Louis Lumiere, di 28ê kanûna 1895ê de li kafeyeke Parîsê, rêzewêne li ser hev û bi lez wek fîlm dan nîşandan. Di vî fîlmî de behsa îstasyoneke trênê dihate kirin. Di fîlm de gelek kes diketin îstasyona trênê û jê derdiketin. Fîlm, di nava temaşevanên kafeyê de tesîr û heyecaneke wusa çêkir ku, hin ji wan jê we bû ku dê trên wê kêlîyê bikeve salona kafeyê û heta hin ji wan ji salonê revîyan. Ev hewldana herdu birayên Lumiere, li hemû cîhanê wek destpêka sînemayê tê pejirandin.

Kurdan jî 31 sal piştî vê bûyera dîrokî sînema nas kirin. Derhêner û sazkarê sînemaya ermenî Hamo Beknazaryan di sala 1926ê de li deşta Elegezê çîroka keçeke kurd a bi navê ‘Zerê’ anî ser perdeya spî. Wê demê li Ewropa û Amerîkayê sînema gav bi gav pêş diket. Lê di heman demê de hîn gelek welat ji hebûna sînemayê ne agahdar bûn.

+1 malmîrat 2014-02-24 17:57 #3

Jêgirt - Alıntı

Li gor min Sînemaya Kurdî bi Kişandina rastiya kurd destpê dike, yeani ji hevalê me yî leheng Xelîl Dağ re sînemaya Kurdî ava bû....

+1 Jiyan 2014-02-24 17:55 #2

Jêgirt - Alıntı

Dîroka sînemaya kurdî ne pirr kevn e. Heye ku bikaribe bihêt gotin ku Yilmaz Guney yek ji pêshengên derhênerên kurd bû, ku bi filma xwe ya navdar YOL (Rê) sînemaya kurdî/tirkî dewlemend kir. Li dû wî jimareke ji derhênerên din filimên xwe derxistin holê û heye ku Behmen Qubadî û Huner Selîm du derhênerên ber yên din hatibin nasîn bin. Di van salên dawîn de bêtir ji filimên kurdî ji aliyê derhênerên ji her çar beshên Kurdistanê ve derketin holê.

+1 Mistefe 2014-02-24 17:52 #1

Jêgirt - Alıntı

Şirove Bike - Yorum Ekle

Security code Nû bike - Yenile - Refresh

Pirsên Ku Ji We re Hatine Pêşniyarkirin - Size Önerilen Sorular

29 Nis 2013
Kürt filmi nasıl başlamalı ve nerede, nasıl bitmelidir?
28 Nis 2013
Devletsiz toplumların ulus sineması nasıl tanımlanabilinir?
27 Nis 2013
Sinema bir sanat mıdır?
27 Nis 2013
Türk Sinemasında Kürde Bakış Nasıldır?
27 Nis 2013
Kürt sineması dağ sinemasımıdır?

онлайн фильмы

Têketin-Giriş

Şu anda 239 konuk çevrimiçi


Endamtî-Üyelik

Şu anda 239 konuk çevrimiçi

*
*
*
*
*

* İşaretli alanların doldurulması gerekir.