gototopgototop

Kürt Sineması - Sînemaya Kurdî - Kurdish Cinema

Têketin-GirişEndamtî-Üyelik

Belgefîlm - Belgesel

Qutîka Lêgerînê - Arama Kutusu

A+ R A-

Xirbe Keryanê

Oylayın / Deng bidin
(2 oy)
GUNDê XİRBE KERYANê
 
Bi Meryem  re hevpeyvîn
 
Xebat:  Navê Xirbe Keryanê ji ku tê û mana wê çiye?
 
Meryem: Berî ku li wir ciwarbûn hebûye yanê berî 48 sal berê li wir erdên me hebûn. Ji ber vê yekê dihatine vir şixul, lê belê ji ber ku bi rojan didomî zêde dibetilîn û biryar dan ku bar bikinê cem erdên xwe. Cihê ku erdên wan li wir bûye gelek çal(bîr)û kevirê kilsînî ên jihevdeketî hebûne. (Ev jî tê wê manê ku berî 2000 sal berê jî li vir hatiye jiyîn.)Gava ku biryara barkirinê daneserê pêşî sê bavik(Hecî Emer ,Hesen , Xelîl)hatine(1955). Pêşî wan li vir xanî ava kirine û di ber çêkirina xaniyan de di binê erdê de di hêjayê tûncê de perene reş dîtine û ku paqij kirine dîtine ku li ser Keryan¬-î dinivise. (Keryan di zimanê Osmaniyan de tê mana kesê razayî, naîm.) Xwdiyê van pereyên di hêjayê tûncê de qebîleya Keryanî ya di heyama Abbasiyan de ye. (di dîrokê de derbas dibe) Ji xeynî vê li wî cihê ku erdên wan li wir de gelek xanî û çalên(bîr) ketî hebûne. Ji ber vê yekê kalikên me yên ku li wir bi cih bûne navê vir kirine Xirbe. Di dawiyê de jî ji ber pereyên tûnc ên Keryan-î u xwezaya xwe navê wê bûye Xirbe Keryanê.
 
Xebat: Di gundê we de çend salan hatiye jiyîn, yanê kengî ava bû û kengî xirabû?
 
Meryem: Gundê me di sala 1955 an de ji aliyê sê bavikan ve hatiyê avakirin. Ji avakirina gundê me û vir ve 53 sal derbas bûye. Di sala 1990 î ve jî vala bûye. Ev jî tê wê manê ku ev 17 salin ku gund vala buye.
 
Xebat: Çima hûn ji gûndê Deywanê ku bi bajarokê we yê vega ve giredayî ye hatine Xirbe Keryanê?
 
Meryem: Milkê me yanê erdên me li wir bûn, ji ber zehmetiyên çûn û hatinê me biryar da ku em li cem erdên xwe bi cih bibin.
Xebat: Kî biryar da ku hûn gundekî halo ava bikin?
 
Meryem: Hecî Emer , Hesen , Xelîl . Pêşî ew li wir bi cih bûne. Cara pêşî ku hatine Xirbe Keryanê kolikên biçûk ji xwe re vedane. Sibehan li ser erden xwe dişixılîn û evaran jî di wan de diman. Lê ji ber ku ev jî ji wan re zehmet hatiye pêwîst dîtine ku Xirbe Keryanê ava bikin.
 
Xebat: Di gund de nêzîka çend malan hene?
 
Meryem: Nêzîka 15 malan hene. Ji xeynî ve di gundê me de 28 çal hene. Gelek ji van çalan, ji aliyê Qebîleya Keryaniyan ve hatine çêkirin.
 
Xebat: Çend bavik di gund de hebûn?
 
Meryem: Heft bavik hebûn ev;Hecî Emer Hesen , Hecîk Alan, Xelîl , Evdo Emîn , Mahmut .
 
Xebat: Baş e we debara xwe çawa dikir, we ava xwe ji ku dianî?
 
Meryem: Pêşî ji bajarokê Kerboranê bi heywanan me dianî. Piştre jî bi traktoran me dianî. Berî wê jî me çalên ku ji ber Qebîleya Keryaniyan mabûn me paqij kiribûn û me ew bikar dianîn.
 
Xebat: Çima xaniyên we niha nîvxirabûyîne?
 
Meryem: Hem ji ber xwedîderneketina me hem jî ji ber şertên xwezayî xirabûne.
 
Xebat: Di gundê we de dibistan,dikan,mele û hwd. hebûn?
 
Meryem: Di gundê me de ne mekteb ne jî rê hebûn. Ji ber vê yekê me ji gundê Deywanê mele dianî.
 
Xebat: Di gundê we de çalakiyên çawa hebûn?
 
Meryem: Di gundê me de salê carekê di roja şêxan de em diçûne ser tirban û me serqeyên xwe didan. Ji xeynî wê jî me salê carekê tevde danûka savêr û dims çêdikir.
 
Xebat: We herî zahf ji hij çiyê gundê xwe dikir?
 
Meryem: Kêfa me herî zahf ji civatên êvaran re dihat.
 
Xebat: Di gundê we de herî zahf kîjan xwarin dihate çêkirin û çi texlîtên tirhan hebûn.
 
Meryem: Xwarina ku me herî zahf çêdikir kutilk bûn. Di gundê me de tirhên bilbizêkî, sincêrî, mezrone, tirhê reş û gelek cureyên din hebûn.
 
Xebat: Di gundê we de eşîr, axa yan jî tiştekî wilo hebû?
 
Meryem: Na, di gundê me de tu eşîr û axa nebûn.
 
Xebat: Di gundê we de dawên xwînî an jî tiştên weke wê hebûn?
 
Meryem: Na, qet tiştekî wilo çênebûye, lê car caran bi gundên dora me re hin pevçûnên me çêdibûn.
 
Xebat: di gundê we de yên ku bûne cerdevan(qurîcî) hebûn?
 
Meryem: Na, li dijî ewqas zilm û zordariya eskeran jî me qet ev tişt qebûl nekir. Ev biryara me bû sedema barkirina me.
 
Xebat: Cara pêşî û cara dawî kî ji gund derket?
 
Meryem: Cara pêşî mala Hecî Xêrî û mala Hisên Aktürk derketin. Ên dawiyê jî derketin mala Hecî Brahîm Alan bûn.
 
Xebat: Çima hûn ji gundê xwe derketin?
 
Meryem: Sebeba pêşî zordestiya hikumetê bû. Ji ber zilm u zordariyên ku li gundiyên me dikirin em mecbûr man ku em koç bikin. Ne ji ber sebebên aborî(ekonomîk) me bar kir. Gundê me zahf xweş bû. Bi wan xaniyên kevirîn û bi wan bexçeyên ku bêhna tirh dihatinzahf xweş bû. Me qet nedixwest jê derkevê lê weke ku min got, ji ber zordestiya hikumetê em derketin.
 


XİRBE KERYANE'E KÖYÜ
 
Meryem Atlinar İle Röpörtaj
 
Xebat:
Xirbe Keryane ismi nerden gelmektedir anlamı nedir?
 
Meryem:
Daha  yerleşim olmadan önce yani bundan yaklaşık 48 yıl önce orada tarlaları bulunmaktaydı bu yüzden buraya çalışmaya gelirlerdi ,bu günler sürerdi bu yüzden yorucu olduğu için tarlalarının yanına taşınma kararı almışlardır ve tarlalarının olduğu yerde birçok kuyu ve yıkılmış durumda bulunan bir çok kırık dökük kalker taşı bulunmaktaydı (buda demek oluyor ki burada 2000 yıl öncesine dair yaşantı olmuştur)Bir gün taşınma kararını almışlardır ilk olarak buraya 3 soy(Haci Amêr , Şikri ,Xelil) gelmiştir(1955 yılında)Buraya ilk onlar ev kurmuştur evlerini yaparken yerin altından bir çeşit siyah paralar bulmuşlardır(tunç değerinde) Bu paraları temizlediklerinde üzerinde Keryan- i yazmaktadır.( Keryan Osmanlıcada  Uyuyan kişi, nâim demektir. )Bu paralar Abbasiler dönemindeki Keryan-i kabilesine ait olan tunç değerindeki paralardır.(Tarihte geçer ), Ayrıca bu arazilerini olduğu yerde bir çok dökük ev ve kuyular bulunmaktaydı bu yüzden buraya yerleşen dedelerimiz xerabe yani dağınık dökük anlamına gelen xirbe adını vermişlerdir bu yüzden tunç paradan ve doğadan almış olduğu ismine Xirbe keryane adı verilmiştir.
 
Xebat:
Köyünüzde toplam ne kadar süre yaşandı yani ne zaman kuruldu ve tam olarak ne zaman dağıldı?
 
Meryem:
Köyümüz 1955 yılında 3 soy tarafından kurulmuştur(Haci Amêr Şikri ,Xelil )ve köyümüzün kuruluşundan bu yana 53 sene olmuştur.en sona yerleşim ise 1990 yılına kadar sürmüştür.ve buda demek oluyor ki  köyümüzde bu ana kadar 17 yıldır boşalmış durumdadır.
 
Xebat:
Neden bulunmuş olduğunuz Dargeçit’e Bağlı olan Deywan  Köyünden Xirbe keryane’ye geldiniz?
 
Meryem:
Mülkümüz yani tarlalarımız orada bulunmaktaydı ,ulaşım nedeniyle güçlük çekmekteydik ve bu yüzden tarlalarımızın bulunduğu yere taşınma kararı aldık.
 
Xebat:
Kimler böyle bir köy kurma kararı aldı?
 
Meryem:
Haci  Amêr, Hasan  Xelil
İlk yerleşimi bu dedelerimiz yapmıştı Xirbe keryane’ye geldiklerinde ilk olarak küçük çadırlar kurmuşlardı sabahları tarlada çalışır akşamları burada kalırlardı fakat bu zahmet olunca Xirbe keryane köyünü kurmayı gerek bulmuşlardır.
 
Xebat:
Köyde yaklaşık olarak kaç ev  bulunmaktadır?
 
Meryem:
Yaklaşık olarak 15 ev bulunmaktadır. Ayrıca Xirbe Keryane köyümüzde 28 tane çal denilen Kuyu bulunmaktadır.bu kuyuların bir çoğu Keryan-i kabilesi tarafından yapılmıştır .
 
Xebat:
Köyde kaç soy bulunmaktaydı?
 
Meryem:
7 tane soy bulunmaktaydı bunlar:
Haci Amêr ,Şikri , Hacik ,Xelil ,Avdo Atlaş,Emin , Mahmut
 
Xebat:
Peki Geçiminizi nasıl sağlıyordunuz,örneğin suyunuzu nerden alıyordunuz?
 
Meryem:
Dargeçit Kasabasından Hayvanlarla su getirirdik daha sonraları ise traktörlerle getirmeye başladık  ve daha önce Keryan-i kabilesi tarafından yapılmış olan kuyuları  temizleyerek kuyuları kullandık.
 
Xebat:
Tüm evler niye şuanda yarı yıkılmış bulunmaktadır?
 
Meryem:
Askerlerin yapmış olduğu çatışmalardan ve bir kısmıda bakımsızlıktan ve doğal koşullardan dolayı yıkılmıştır
 
Xebat:
Köyünüzde okul dükkan hoca vb. varmıydı?
 
Meryem:
Köyümüzde Ne ulaşım nede okul bulunmaktaydı Bu yüzden Deywan köyünden Hoca getirilirdi.
 
Xebat:
Köyünüzde ne gibi etkinlik vardı?
 
Meryem:
Senede bir köyümüzde Şeyhler gününde adak verilir Türbeler ziyaret edilirdi.ayrıca senede bir defa danük dediğimiz bulgur yapılır.Bekmez yapılırdı.
 
Xebat:
Köyünüzü en çok hangi yanını sevmekteydiniz?
 
Meryem:
En çok  Köyde akşamları bir evde toplanıp yapılan sohbetler hoşumuza giderdi.
 
Xebat:
Köyünüzde en çok hangi yemekler yapılır.ayrıca Xirbekeryane köyümüzde ne gibi üzüm çeşitleri vardı?
 
Meryem:
Köyümüzde en çok yapılan yemek İçli köfte(Kutilk) yapılırdı.Köyümüzdedeki üzüm çeşitleri  ise ; bilbizeki üzümü,sinceri üzümü,reşe kelika zümü,Mezrone üzümü ve bir daha çok üzüm çeşidi bulunmaktaydı.
 
Xebat:
Köyünüzde aşiret ağa ve benzeri varmıydı?
 
Meryem:
Hayır köyümüzde herhangi bir aşiret ve ağa bulunmamaktaydı.
 
Xebat:
Köyünüzde herhangi bir kan davası ve ya  benzeri olaylar yaşanırmıydı?
 
Meryem:
Hayır kesinlikle böyle bir olay yaşanmamıştır fakat yakın köylerimizle kavgalarımız zaman zaman olmuştur.
 
Xebat:
İlk ve son  olarak kimler Xirbekeryane’den çıktı?
 
Meryem:
İlk olar Hüseyin Aktürk ailesi ve Haci Xeri en son ise Haci İbrahim Alan çıkmıştır.
 
Xebat:
Neden köyünüzden çıktınız?
 
Meryem:
Tek sebebi hükümetin yapmış olduğu baskıdan dolayı.Köylülerimize yapmış oldukları zulümlerden,Çirkinliklerde dolayı göç etmek çıkmak zorunda kaldık .Herhangi bir ekonomik sebepten dolayı değil köyümüz çok güzeldi o taşlık evleriyle üzüm kokan bahçeleriyle hiç çıkmak istemezdik fakat dediğim gibi hükümetin yapmış olduğu bakılardan dolayı çıktık

 
REWŞA ERDNİGARİYA WÊ
 
Xirbê Keryanê, di koordinatên hevêrkên berahî 37.549999 û hevêrkên qaymê 41.73’de cih digire. Bi bajarokê Kerboranê ve girêdayî ye. Dûratiya Xirbe Keryanê ji navenda bajarê Mêrdînê 111. km yeduratiya wê ji bajarokê Kerboranê 3 km. ye û ji Midyadê jî 40 km. ye. Li rojhilatê gundê me , gundê Deywanê heye. Gundê me bi gelemperî deşt û çiyan e. Di gundê me de darên berûyan zahf in. Zivistan bi berf u serma, û havîn jî germ û zuwa derbas dibin. Mehên germ Tîrmeh û Tebax in. Ji ber vê yekê xelkê gundê me axlebe di xaniyên ku bi kevirên kilsinî çêkirine de dijîn.
 
REWŞA WÊ YA ABORÎ
 
Axlebeyê gundiyan bi cot û xwedikirina heywanan debara xwe dikirin. Ji xeynî van, malbatên ku li bajarê mezin ameletî dikirin hebûn. Di gundê me de ji xeynî tirh tu fêkî û şînahî ne dihate çandin. Her malekî bi qasî ku têra wan bike fêkî û şinahî diçandin. Di gundê me de tu dikan û cihê dan û standinê nebûn. Gundiyên me jî pêdiviyên xwe ji Kerboranê peyda dikir.
 
REWŞA WÊ YA CİVAKÎ
 
Gundê me xwedî rewşeke pederşahî bû. Axlebe jin di mal û li erdan dihate şixulandin. Zilam ji reîsê malê û xwedî heqê şitexalîyê bûn. Xortên ku dizewicin jî ji dela ku wê cê bin, di nav malê de diman. Xortên gundê me li gora gundên derdorê cilên moderntir li xwe dikirin. Jinan ji kiras li xwe dikirin. Di gund de ji xeynî civatên êvaran cihekî ku gundî werine cem hev nebû. Axlebe yên pîr li ber dîwaran digahene hev û behsa rojên berê dikirin. Pîrekan jî li ber tenûran behsa karên xwe yên rojane dikirin.
 
REWŞA WÊ YA TENDURîSTî
 
Di gundê me de cihê tenduristîyê nebû. Gundî li Kerboranê tedawîya xwe dikirin.
 
 
REWŞA WÊ YA PERWERDEHÎYÊ
 
Rêjeya xwendin û nivisandinê di kesên nav ser û ser re de zahf kêm bû. Yên ku xwendin u nivisandinê zanîbûn ji li eskeriyê elimî bûn. Li Xirbe Keryanê dibistan nebû û perwerdehî li Kerboranê dihate dîtin


 
 
COĞRAFİ DURUMU
 
Xirbe keryane 37.549999 enlemi ve 41.73 boylamı koordinatlarında yer alır. Dargeçit ilçesine bağlıdır.,Xirbe keryane köyümüz Mardin il merkezine uzaklığı 111 km,Dargeçit ilçesine uzaklığı 3 km,Midyat ilçesine ise 40 km uzaklıktadır.Xirbe keryane köyümüzün  doğusunda Dargeçit ilçesi,batısında Altıyol Köyü,Kuzeyinde Alayurt Köyü bulunmaktadır. köyümüz, genel olarak engebeli bir yapıya sahiptir.Xirbe Keryane Köyümüzde meşe ve palamut ağacı oldukça fazladır. Xirbe Keryane Köyümüzde karasal iklim hakimdir.Kışlar kar yağışlı ve soğuk, yazları ise sıcak ve kurak geçmektedir. En sıcak aylar temmuz ve ağustos aylarıdır. Bu nedenle Xirbe Keryane Köyümüz halkının çoğu kalker taşından yapılmış evlerde yaşamaktaydı.
 
EKONOMİK DURUMU NASILDI
 
Xirbe Keryane Köyümüzde halk çoğunlukla tarım ve hayvancılıkla uğraşmaktaydı. Bunun dışında büyük şehirlerde mevsimlik işçi olarak çalışan aileler de vardı.Xirbe Keryane Köyümüzde üzüm dışında satılabilecek sebze ve meyve yetiştirilmemekteydi Her aile kendilerine yetecek kadar sebze ve meyve yetiştirirdi. Xirbe Keryane Köyümüzde bakkal vb alış veriş yeri bulunmamaktaydı.Xirbe Keryane Köyümüz halkı ihtiyaçlarını Dargeçit ilçesinden karşılamaktaydı.
 
SOSYAL YAŞANTISI
 
Xirbe Keryane Köyümüzde ataerkil aile yapısı mevcuttu. Genellikle kadın ev ve tarlada çalıştırılmaktaydı. Erkekse aile reisidir ve söz hakkına sahipti.Evlenen gençler kendi aile hayatını kurmaktansa baba evinde kalmayı tercih ederlerdi.Xirbe Keryane Köyümüz de  gençler ilçeye bağlı köylere göre daha modern giysiler giymekteydiler. Kadınlar ise "Kıras" denilen uzun ve bütün vücudu kapatan giysileri giymeyi tercih etmişlerdir. Xirbe Keryane Köyümüzde civat dışında insanların bir araya gelebileceği bir yer bulunmamaktaydı. Yaşlılar genellikle duvar dibinde oturarak eski günleri konuşur.Kadınlar ise Tandır (ekmek pişirilen yer) önlerinde yaptıkları günlük işleri birbirlerine anlatırlardı
 
SAĞLIK DURUMU NASILDI
 
Xirbe Keryane Köyümüzde bir Sağlık Evi bulunmamaktaydı. Halk Dargeçit Merkez Sağlık ocağında tedavileri yapmaktaydı.
 
EĞİTİM DURUMU NASILDI
 
Orta yaş ve üzerindeki insanlarda okuma-yazma oranı oldukça düşüktü.Okuma-yazma bilenlerde askerde öğrenmişti. Xirbekeryane’de  okul bulunmamaktaydı ve eğitim-öğretim Dargeçit’te yapılmaktaydı


 

Bu kategoriden daha fazlası / Zêdetirîn: « Gerillanın Barışı (Metin Yeğin) Dom »

Şirove Bike - Yorum Ekle

Security code Nû bike - Yenile - Refresh

Ji Sînemaya Kurdî Peşniyarî - Kürt Sinemasından Öneriler

Ji Sînemaya Cîhanê Peşniyarî - Dünya Sinemasından Öneriler

Temaşekirin-İzleme:1122

Manolya 1999

Temaşekirin-İzleme:1118

Flight Of The Phoenix (2004)

Temaşekirin-İzleme:1389

 Kocaman Bir Hiç

Temaşekirin-İzleme:7636

Gentleman’s Agreement (1947)

Temaşekirin-İzleme:1057

Dünyalı

Temaşekirin-İzleme:2297

Fedailer Treni

Temaşekirin-İzleme:1259

Dokunulmazlar

Temaşekirin-İzleme:1096

Cinderella Man 2005

Temaşekirin-İzleme:1251

Sefiller

Temaşekirin-İzleme:1410

Rüzgar Gibi Geçti

Temaşekirin-İzleme:1534

 Mona Lisa Gülüşü / Mona Lisa Smile - 2003

Temaşekirin-İzleme:1355

Winter's Bone - Gerçeğin Parçaları

Temaşekirin-İzleme:1155

Iris

Temaşekirin-İzleme:1122

The Godfather 2

Temaşekirin-İzleme:1846

Jodhaa Akbar

Fîlmên Nû - Yeni Eklenenler

Kanlı Postal

Kanlı Postal

Vizyon tarihi 11 Eylül 2015 Yönetmen Muhammet Arslan Oyuncular: Cansu Fır...

Fîlmên Ku zedetirîn hatine ecibandin - En Beğenilen Fimler

Shirin

Shirin

Rating: 6.8 / 10 from 950 users Yayınlanma Tarihi: 20 January 2010 (France) Ülke: Iran...

Filmên ku dawî hatine temaşekirin - En Son İzlenen Filmler

Memento 200

Memento 200

Memento (2000)Rating: 8.6 / 10 from 407,543 usersYayınlanma Tarihi: 27 July 2001 (Turkey)Ü...

онлайн фильмы

Têketin-Giriş

Şu anda 496 konuk çevrimiçi


Endamtî-Üyelik

Şu anda 496 konuk çevrimiçi

*
*
*
*
*

* İşaretli alanların doldurulması gerekir.