gototopgototop

Kürt Sineması - Sînemaya Kurdî - Kurdish Cinema

Têketin-GirişEndamtî-Üyelik

Belgefîlm - Belgesel

Qutîka Lêgerînê - Arama Kutusu

Anasayfa - Mal » Film » SINEMAYA KURDISTANÊ I » Belgefîlm - Belgeseller » Komkujiya Ermeniyan المذابح الارمنية على ايدي الاتراك
A+ R A-

Komkujiya Ermeniyan المذابح الارمنية على ايدي الاتراك

Oylayın / Deng bidin
(0 oy)
Nîjadkujiya ermeniyan an Nîjadkujiya hayan di destpêka sedsala 20'an, di dema Şerê cîhanî yê yekemîn (19141918) û tevgera azadiya ermeniyan di nav sînorên Împeratoriya Osmanî de pêk hat. Di wê komkujiyê de li gor agahiyên cûda di navbera 300.000 û 1,5 milyon ermenî hatin qetil kirin. Di herdû dehsalên beriya vê komkujiyê de bi dehhezaran ermenî hatin kujtin.

Dîrok

Dema şerê dewleta Osmanî û Ûris di sala 1876'an de Ebdulhemîd ê II bû Sultan. Wê demê dewleta Osmanî îdî bi nexweşiya mirinê Ketibû. Serhildana Mîr Bedirxanan di salên 1821-1847'an de, dagirkirina Îraqê ji aliyê Îngilîzan ve, şerê Ûris û çeteyên Ermeniyan û bi serhildana Şêx Ubeydulahê Nehrî ve dewleta Osmanî ketibû rewşek xirab. Si Hele basdi ermonu.

Dewleta Ûris bi her awayî piştgiriya Ermeniyan dikir û Ermenî li dijî dewleta Osmanî sordikirin. Di şerên navbera dewleta Osmanî û Ûris ya di salên 1877-1878'an de, Ermeniyan bi dewleta Ûris re şerê Osmaniya dike.

Martin Van Bruinessen waha dibêje; Yekîtiya Miletan ji bona rê li tevliheviya Rojhilata Navîn karibin bigirin, di sala 1878an de di Kongira Berlînê de hatin ba hev. Dewleta Îngilîz jî wek Ûris piştgiriya Ermeniyan digire. Di wê demê çeteyên Ermeniyan li Kurdistan û Stenbolê dest bi qetlîamê kiribûn.

Girêdana Kurdan jî bi dewleta Osmanî re di gumanandabû. Piştî şerê Ûris û Osmaniyan, bona damezirandina dewleteka Kurdî, Serhiladan Şêx Ubeydullahê Nehrî di saala 1988an di dest pêkir. Ji ber van sedemana dewleta Osmanî bi zorûduberan xwe li ser piyan digirt.

Piştî şikestina şoreşa Ubeydullahê Nehrî, dewleta Osmanî ji bona Ku rê li tevgera kurd bigire û carek din Kurd negihên hêzeka sîyasî, Alayên Hemîdîya-Hamidye Alaylari avakirin. yek ji armancên van Alayên Hemîdîye ewbû ku dewleta Osmanî karib Kurdan di şerê de li dijî Ûris bikarbîne.

Ev tevlihevî hana hatanî salên 1908-1909'an dewamdike û bi derketina Jön-Turka îdî sulatanê Osmanî bê deshiladar dimîne û desthiladarî dikeve destê Komîte Itihad ve terqaî. Ûris di wê emê de, gelekî erdê dewleta Osmanî dagirdike û dewleta Osmanî ditirse ku şerek nû di navebera wan Û Ûris de derkeve.

 

Qirkirina Ermaniyan

Dewleta Osmanî di Gulana sala 1915an de fermana nefiya Ermeniyan derdixîne. Dewleta Osmanî dibêje, biryara nefiya Ermeniyan ewbûye ku wê Ermenî di şerê navbera Osmanî û Ûrisan de derkeve, piştgiriya dewleta Ûris bike. Ermanî ber bi Îraq û Suriyê koçberdibin û hinek ji karwanên Ermeniya xwe ji qirkirinê xilasdikin û hinek ji wan di rê de ji aliyê cendirmê Tirk û Alayên Hemîdîye ve tên kuştin. Ermenî di bin kontirola Ûris de li wanê dewleteka Ermenî avadike, lê umrê vê dewletê pir nakişîne, bi teqwîyekirina eskerên Osmanî, qirkirana herî mezin li Wanê pêk tê. ( Dem: Hezîrana sala 1915an)

Di sala 1916an de dewleta Ûrisi dikeve erdê deleta Osmanî û herema serhedê dagirdike û sala maciriyê dest pêdike. Ermenî bi Ûrisan re bi sedhezaran miltê Kurd û Tirk qirdikin û tola xwe hildidin. Di wê salê de eskerên Ûris Erzincan hatanû Muş û Bîgolê digire û bi milyonana miletê Kurd ji tirsa qirkirinê ber bi aliyê başûr ve koçberdibin.

Pîrika min yanî Diya bavê min ji me re behsa sala maciriyê dikir û di wê demê de bûkbûye, digot: eskerên Ûris em hemî li nava gund komkirin û paşê jin û mêr û zarok jihevdû qetandin ku her gurubek bixin xanîyekî û bişewutîne. Di nava eskerên Ûris de Ermenî hebûn bi Kurd dizanîbun ew Ermenîyana ji ber qetlîmê revîyabûn û paşê bi eskerên Ûris ve para hatibûn. Paşê me dît qefelkî eskerên din hatin yekê navsal navê wî Xapo bû û xelkê gundî Dadîna girêdayê Qezaya Gimgim (Varto) yê bû û Xapo xelkê gundê me nasdikir û wî nehîşt ku eskerê Ûris me bişewutîne. Piştî esker ji gund derketin, me bişev gud li cî hişt û em berbi başûr birêketin û piştî pênc salan em vegeriyan gundê xwe.

Bi Gorî Martin Van Bruinessen, dewletên Ûris û îngilîz li hev kiribûn ku heryek ji alîyekî de êrişî Osmaniyan bike ku ji hola rakin. Îngilîz di kavin Îraqê û Ûris ji ji hêlê xwe de herema serhedê dagirdike, lê pîlanên wan lê nayên û bi înqilaba bolşevîkan ve dewleta Ûris ji heremên ku dagirkiribû şûnde dikşe û silehên xwe jî didin Ermeniyan.

Ji Ermeniyan hinekên wan bi eskerên Ûris ve paşvedikişin û hinek ji Ermeniyan jî li Antolayayê belv dibin û dest bi qetlîamê dikin û tola xwe hildidin. Dewleta Osmanî ji salên 1918an hetanî 1920/21ê carekî din dest bi qirkirina Ermeniyan dike. En tên kuştin ji xwe tên kuştin yên mayîn jî xwe disipêrin Komara Başûrê Qafqasyayê. Ev Komar ji aliyê Ermenî, Azerî û Gurcîna ve hatibû

Îro

Bajar, navçe, bajerok, gund û mezrayên ermenî lê dijiyan, vegerandin gola xwînê. Ev komkujî, wekî komkujiya yekemîn a sed-sala 20'mîn di rûpelên dîrokê de cih digirt.

Li ser komkujiya bi mirina bi sedhezaran kesan re, 90 sal derbas bû, lê, hê jî rêveberiya Tirkiyê, komkujiyê înkar dike.

Armanca û hedefa sultanê sor Abdullahamîd ji sazkirina alayiyen hemîdiyê ew bû ku dijminahiyê têxe nava gelê Kurd û Ermeniyan, wan bi hev bide birrîn, Kurdistan û Erministanê têxe Tirk. Vê pîlana xayîn û pîs, di navbera sala 1915 - 1919 an de di binê perdeya dîn da, anî cih. Nêzîkî du milyon û nîv Ermeni (zar û zêc mêr u jin pî u kal) bi hovîtîkî gelek mezin hatin kustin. Mal û serwetên wan hatin talan kirin. Zanî û eraziyên wan jî, li kesên din hatin belav kirin, bi hazaran Ermenî reviyan derveyî welat (Iran û Sûriye ü Urdunê).

Tirkan bi vi rengî hovîtiyek pir mezin di dîrokê de nivîsandin. li aliyên din jî, ji gelê Kurd re wiha digotin "Rûsdê werin wê zar û zêçên we bikujin" ew bi vî seklî ditirsandin û dixapandin. Li ser vê derewa wan bi sed hezaran gelê Kurd di sirr û serma û berfa zivistanê de bi çola ketin û perîsan bûn. Bi vê pîlanê, valakirina Kurdistanê û qirkirina gelê Kurd bi cih anîn. Eger Kurdistan wê rojê di binê istila Rûsa de bima îro wê weke komarên Qafqas yên dinê gihîstibûya azadiye xwe. Ev zilm û zordestiya Tirka dom nedikir.

Bu kategoriden daha fazlası / Zêdetirîn: « Mîrê Hêkan Bêrîvan; Binevş Agal »

Şirove Bike - Yorum Ekle

Security code Nû bike - Yenile - Refresh

Ji Sînemaya Kurdî Peşniyarî - Kürt Sinemasından Öneriler

Ji Sînemaya Cîhanê Peşniyarî - Dünya Sinemasından Öneriler

Temaşekirin-İzleme:1174

(1995) Se7en

Temaşekirin-İzleme:1206

Full Metal Jacket (1987)

Temaşekirin-İzleme:1237

Silverado (1985)

Temaşekirin-İzleme:1337

Dangerous Liaisons (1988)

Temaşekirin-İzleme:1112

RocknRolla

Temaşekirin-İzleme:1795

Calamity Jane (1953)

Temaşekirin-İzleme:1663

Harley Davidson and the Marlboro Man (1991)

Temaşekirin-İzleme:1399

Ateşin Düştüğü Yer izle

Temaşekirin-İzleme:1413

Azize: Bir Laleli hikayesi (1999)

Temaşekirin-İzleme:2050

Velvet Goldmine

Temaşekirin-İzleme:1200

Karadedeler Olayı

Temaşekirin-İzleme:906

Ran

Temaşekirin-İzleme:6684

Çık Dışarı Oynayalım – Come Out and

Temaşekirin-İzleme:1128

Yeşil Bölge

Temaşekirin-İzleme:1142

Osama

Fîlmên Nû - Yeni Eklenenler

Kanlı Postal

Kanlı Postal

Vizyon tarihi 11 Eylül 2015 Yönetmen Muhammet Arslan Oyuncular: Cansu Fır...

Fîlmên Ku zedetirîn hatine ecibandin - En Beğenilen Fimler

Shirin

Shirin

Rating: 6.8 / 10 from 950 users Yayınlanma Tarihi: 20 January 2010 (France) Ülke: Iran...

Filmên ku dawî hatine temaşekirin - En Son İzlenen Filmler

Acı-Êş

Acı-Êş

Filmin ana teması pişmanlık üzerine kurulmuş. 15 yıllık hapislik yaşamından sonra, yıllar ...

онлайн фильмы

Têketin-Giriş

Şu anda 500 konuk çevrimiçi


Endamtî-Üyelik

Şu anda 500 konuk çevrimiçi

*
*
*
*
*

* İşaretli alanların doldurulması gerekir.