gototopgototop

Kürt Sineması - Sînemaya Kurdî - Kurdish Cinema

Têketin-GirişEndamtî-Üyelik

Belgefîlm - Belgesel

Qutîka Lêgerînê - Arama Kutusu

Anasayfa - Mal » Film » SINEMAYA KURDISTANÊ I » Belgefîlm - Belgeseller » Kürdistan Tarihi / Dîroka Kurdistanê
A+ R A-

Kürdistan Tarihi / Dîroka Kurdistanê

Oylayın / Deng bidin
(0 oy)

Dîroka Kurdistanê, destpêka wê, diçê hate deme Sumeriyan û hwd. Piştî Sumeriyan re, deme Babil û Aqadiyan û pişt wê re deme duyemin ya Sumeriyan li ber Diclê û Firatê dijî. Piştî wan deman re, birêzê li dûv hevdû,

demên Urî, Hûrî û Mîtaniyan, Gûtî û Naîriyan dtêne jîn kirin. Piştî deme Naîriyan re, wê dem, were deme Mediya û ji wê demê jî wê were piştî zayînê dema Şadadiyan, Merwaniyan û deme Eyûbiyan û hwd. Ev dem, bi rêz li dûv hevdû demna dîroka Kurdistanê yên dewletî na.

 

Dîroka Kurdistanê, li herêmê bi pêşveçûn û pêşketinên xwe re dîroka heerêmê jî ji binî ve kifş dike. Ji ber vê yekê, fahmkirina wê, wê ji aliyê ve bê temenê baş û qanc fahmkirna herêmê.

 

 

Demên berî zaynî Kurdistan

Ku mirov bahse demên berî zaynî yên dîroka Kurdistanê bike, divêt ku mirov bizanibê ku di wê demê de, weke ku bi ´Xinasefon´ re tê ser ziman, "kardox" hene. Di dema Hûrîyan de jî rengê "kurda"[1] navê kurdan tê bikarhanîn. Di deme Gûtiyan de, ev nav heya. Di wê demê de, bi vê yekê re, mirov dibîne ku ji Kurdistanê re "welatê kurdan" an jî "kardoxiyan" tê ser Ziman. Wê di deme Gûtiyan de kurd, pêşketineka mazin bijîn. Wê welatîtiya wan ya wê demê, wê bi fêr û cerbneka mazin bigihê ast û deme Împaratoriyê û nêzî 400 salî bijî. Piştî wan re, demên u têne jînkirin, wê deme wan ji holê nerakê, Lê wê awayê rêveberiya wan ji holê rakê.

Deme Mîtaniyan û Hûriyan, wê demeka xanadanî bê. Piştî deme Uriyan re ku ew demna bixanadanî yên li dûvhevdû jîna, wê weke ku di berdewama wan de, li herême botanê ya rojavayê bakûrê Kurdistanê dikeve û ku başûr rojavavayê Kurdistanê dike nava xwe de, wê di qadeka mazin de pêşketina wan bibe. Ew der, wê hate ku bigihê herêma Rehayê ku di wê demê de jê re "kalden-Ur" dihate gotin, wê ji wan re herêmeke navendî bê. Firat bilindbûna wê ava wê, li ber wê, temenê jiyaneka xurt û pêşketî diafirêne û jiyan ji li wir pêş dikeve û pêşketineka mazin dijî. Di deme Uriyan de jî, di deme Hûrî û mîtaniyan de jî, em dizanin ku xwediyê zanîn û kevneşopiyeka mazin in û pirtûkxaneyên wan hene. Zanebûneka wan ya pirr mazin heya. Gûtî, wê bidest bikarhanîna ayaran bikin weke rûpelên nivîsandinê. Wê Medî jî, wê kevneşopiya wan ji wan bigirin û bidina berdewam kirin.

Navenda Gûtiyan Herêma Cizîre bota bû. Wan, wê demê ji Cizîre bota re digotin "gerzûbaqarta". Cizîr, ew kelehe wê ya mazin, hê ji deme wan maya. Di deme Gûtiyan de hatiya Çêkirin. Ji xaynî wê kelehê, em dizanin ku gelek beşên wê ku î ro ji holê rabûna hene. Herême dora wê jî hatiya rastkirin û hatiya vekirin ji jiyanê re. Ji vê yekê re hin sedemna pir mazin hena. Tirba Nebî Nuh di wê demê de cihê herî xweş jê re tê dîtin û li wir tê çêkirin. Ew tirba wî ya ku î ro, weke ku li nîvê Cîzîrê ya. Di deme ku hatîbû çêkirin de li ber ava Diclê hatibû çêkirin. Çend ku av çiqandin pêre çêdibe û bi ber kêmbûnê ve diçê, êdî navber dikeve nava tirbê û çemê diclê de. Nebî Nuh, weke pîroziyeka her demê ya. Di deme wan(gûtiyan) de jî ew pîroziya wî heya û mirov di têgihiştina wê de na. Di deme Gûtiyan de ew nirxîtiya nebî Nuh heya. Hingî, Ola Êzîdiyê heya û serdesta û pergaliya yek-xwûdayiyê diafirêne. Gûtî, wê demeka wê ya pirr pêşketî û bi têgihiştin bê.

 

 

Piştî deme Gûtiyan deme Naîriyan û hatina deme Mediya

Deme Gûtiyan, wê li Kurdistanê, pêşketineka mazin bide çêkirin. Awayê rêxistinbûna wan li ser temenê herêmbûnê ya. Herêm bi herêm rêxistiniya wan heya. Her herêm mîrê wê heya. her herêm, mîrê wê, weke keyê wê ya. Ya ku di ast bilind de wan digihêne hevdû, pergale olî û nirxîtiya wan ya bi wê ya ku ew hemû li dora wê gihiştina hevdû ya. Zanebûna wan, wê wan hertimî di bîra hevdû de bihêle. Têkiliya herêman jî, weke ya êlîtiya ku hate roja me bi kurdan re jîn dibê ya. Her herêm bi êlîtiya xwe re xwediyê hêzê xwe ya jî. Di bin mîr de bi rêxistin a. Her mirovê u dijî bi mîr ve girêdayî ya û ji wê wirdetir, ku pêdivî pê hebe, şervanekî parastîna herême xwe ya jî. Ji bo wê diçê mirinê jî.

Hate ku dem tê deme Naîriyan wê ev wilo berdewam bê. Lê di wê navberê de li herême hin bi hin hêzeka din jî bilind dibe. Ew jî, hêz û mazinbûna Asûriyan a. Ew jî, wê êdî ji sadsalên 16. û 15 min pê de bidest mazinbûna xwe bikin. Bi wê re, çend ku ew bihêz dibin wê bixwezin ku li herêmê serdest bibin. Piştî Gûtîyan re li herêmê Naîrî êdî hin bi hin mazin bûna û ji qadeka ku ji ber Zagrosan digihê hate herêmê Botanê ber Diclê û ji wir jî hate ber Firatê serdestiya wan heya. Destpêka wan, wê herême botanê bê. Piştre wê navenda wan xişiqê herême Sêrt, Wan û Mûşê û hwd. Lê di demên wan dawiyê de wê Zagorosan bê navenda wan. Bi wê re, serdestiya wan li çiyayê mazin agirî jî dibe. Wekî din jî, ev der, ji wan re parastinekê ji dike.

Asûrî, piştî ku mazin bûn, wê êdî bi Naîriyan re bikevina şer de û wê di sala 1128an de wê şerekî mazin mazin bi Naîriyan re bikin. Deme ku Asûrî têne ber Naîriyan, êdî ji her herêmê her mîrê wê yan jî keyê wê, wê hêze xwe bide dora xwe were qada şer û bi hev re bikevina şer de bi Asrûiyan re. Lê wê têk herin. Bi wê re, wê Asûrî, weke ku bûya malê dîrokê jî, wê 43 keyên Naîrî dil bigirin û wê ji berdêla bêşan de wan serbest berdin. Ev dem, piştre wê naîriyan ji dîrokê nebe. Lê wê serweriya wan ya gîştkî ji holê rakê. Wê êdî ji wê deme hate sadsale 8. min, wê tekoşîneka mazin bi awayê raperînî wê li ber Asûriyan bidina kirin. Hate ku têne sadsale 7. min, wê bi raperîn û serhildanên ku dibin re wê li ber wan bi serbikevin û wê desthilatdariya Asûriyan ji holê rakin. Ku weke u di nav kurdan de hate î ro, weke "serketina Kawayê Kesinkar" tê zanîn bibe û wê ew serketin, ku weke rojeka pîroz ya ola Êzîdiyê ya, wê di roja 21 ê adarê de pêk were û wê êdî weke ku hate î ro di nav kurdan de tê gotin wê ew roj "Newroz" bê. PIştî wê serketina kurdan re wê deme û serdestî ya Mediyan bi desthilatdarî wê dest pê bike.

 

 

Kurte Dîrok a Kurd û Kurdistanê

Berîzbûnê 63, Şahitî Kurdane: Korduene-Sophene

Kurd yek ji gelên herî kevnare yên Mezopotamya ye. Bi kêmayî ji Împaratoriya Medya û vir ve gelê Kurd, cîhekî girîng di dîroka şaristaniyê de girtiye.

 

 

Kurd yek ji gelên herî kevnare yên Mezopotamya ye. Bi kêmayî ji Împaratoriya Medya û vir ve gelê Kurd, cîhekî girîng di dîroka şaristaniyê de girtiye. şaristaniya ku li ser riyên bazirganiyê yên girîng hatiye avakirin, bi êrîşên HelenRomBîzansErebÎrani û paşiyê jî Osmanî re rû bi rû maye. Kurdan li hemberî van êrîşan bêwestan ji bo parastina serxwebûn û azadiyê li ber xwe dane; tevî hemû ferman û komkujiyên xwîndar jî, kevneşopiya berxwedanê, mîna yek ji nirxên herî girîng yê çand û toreya xwe dîtine û bi berhemên xwe yên gelî re ew dane jiyandinê.

Gelê Kurdistanê bi sedan sal şêweyê rêxistinî yê civeka komunal, ku girêdana endaman ji nêzîkahiya xwînê pêk tê domand. Ev dirûvê rêxistinî ku mirov dikare wekî civakî-aborî binav bike, bi taybetî ji êl û eşîran pêk dihat û bingeha xwe ji koçertiyê digirt. Ji ber van taybetiyên civakî ye ku Kurdan, ji dêla dewletek yekgirtî ku ji navendekê tê birêvebirin, mîrîtiyên piçûk sazkirine. Berxwedanên van mîrîtiyan li hember êrîşên dijwar yên biyaniyan lawaz mane û ew nikarîne li ser piyan bimînin.

Beriya Îslamiyetê ola Kurdan li gor hinek çavkanian Zerdeştî bû. hinek ji zanayan jî mîna Tewfîq Wehbî dibêjin ku kurdan ola xwe ya ciyawaz hebûn. Piştî êrîşên Ereban û belavbûna misilmantiyê, Kurdan dev ji Zerdeştiyê, ku yek ji olên herî qedîm ya Rojhilata Navîn e berdan û Îslamiyetê hilbijartin.

Li sedsalên yekemên îslamiyetê da, ku erebên musulman eriş kirin ser imperatoriya sasani, niviskarên ereb weki Ibn Nedim, behsa eşîr û hoz yên başûrê Zagrosê dikin. Ew nav wekî Hoz jî dihêt nivisandin û gotin. Hoz jî di zimanê kurdi de bi manaya malbat (clan, family) e, û weke Xêzan jî tê bi kar anîn. Navê kurd jî ku piştî bizir bûna eşir û Hoza ji aliyê nivîskarên ereb jibo gelê me hatiye bi kar anin, ayni manaye clan (bi inglizi) dide. Hînek ji bîrmendên kurd li ser wê baverê ne ku Kurdên îro, Hozên dema kevnar in, ku pishti islamiyetê tevi eskerên erebên musulman, berev (Kurdistana) bakûrê-rojava ketin rê u pishkek ji Anatolia ji romiyên xristiyan dagîr kirin u kirin axa xwe. Hoz navê gelê Elamiye, ku sharistaniyeta kevnara wan ji aliya Farisan u Asuriyên dijber hat ji nav birin, u li jêr nava Hozi jiyana koceri li ser ciyayên bashûr-rojhilata Kurdistanê girtin ber. cavkaniyen ermeniyên kevnar jî kurdan weki mar qal dikin, ku di zimane wan da ba manayê mar e (mîna kurdî), u mar jî unsureke giring li ola Elamiyan bû.

Êrîşên ser Rojava ya Xiristiyanan yên bi navê Seferên Xaçperestan li ser Rojhilata Navîn, ku bi mebesta bidestxistina riyên bazirganiyê dihatin kirin, bi tekoşîn û berxwedanên mîrîtiyên Kurdan û bi saya fermandarên Kurd yên wekî Selehedînê Eyyûbî hatin rawestandin. Berxwedana Kurdan di vê demê de rê li ber dagirkeriya Rojhilata Navîn girtiye.

Di sala 1514'an de şerekî di navbera Împaratoriyên Osmanî û Îranî de dest pê kir. Tenha sedema vî şerî ew bû, ku kolonyalîstekî nû ji Kurdistanê re bê diyar kirin. Îran di vî şerî de têk çû û Kurdistan tev ket bin desthilatdariya Osmanî. Di vê rewşê de Kurdan demekê mafê otonomî hebû û sîstema xwe bi xwe birêve dibirin. Di demên pêwist de Kurdan bac û leşker didan Împaratoriya Osmanî û bi vî awayî Kurd, demek dirêj di bin desthilatdariya vê împaratoriyê de man.

Bi peymana Qesrî şîrîn ya 1639'an, Kurdistan carek din di navbera van her du împaratoriyan de hate parvekirin. Bi vê peymanê re dîroka gelê Kurd ya parvekirî, ku heya roja me didome dest pê kir. Tevahiya şerên ku piştî vê dirokê di navbera van herdu dagirkeran de rûdane, li ser xaka Kurdistanê bûne û ji ber vê sedemê, kîjan alî di van şeran de biserketibe, yê binketî her gelê Kurd bûye. Herdû dewletan jî, ji bo ku bikaribin serhildanên Kurdan têk bibin, bastûra (struktura) civakî-aborî ku li ser hîmên êli ava bûye destek kirine û têkiliyên hilberiyê yên paşmayî tevî pergalên civakî yên eşîrî parastine. Yên ku bi şûr hatine, ji bo berdewamiya têkiliyên hilberiya raborî, hewl dane da ku çavkaniyên pêşvebirina şaristaniya Kurdan biçikînin; hêzên hilberînê wêran kirine û çavkaniyên pêşvebirinê, yên ku hebûne jî xitimandine.

Kurdish states 1835.png

Di qirna 19'an de ku kapîtalîzm ber bi navnetewebûnê ve bi pêş diket, hewldanên ji bo guherandina nexşeya cîhanê jî zêde dibûn. Hinekî jî bi bandora bizav û tevgerên azadiya neteweyî, Împaratoriya Osmanî ber bi hilweşîne ve rûbirû mabû. Herêma ku împaratorî bi Rojhilat û Asya ve girêdida Kurdistan bû û ji ber vê yekê jî Kurdistan qada herî stratejîk ya împaratoriyê bû. Ji bo cihê xwe yê stratejîk, hebûna Kurdan bala dewletên wê heyamê yên bi hêz dikişand ser xwe. Bi taybetî jî, projeyên Riya Hesinî ya Berlîn-Bexdayê ku diviyabû di Kurdistanê re derbas bibe, ev proje welat kir egera bihevketinên dijwar di navbera dewletên Osmanî, Îngilîzî, Fransî, Almanî û Rûsî de.

Statuya mêtingeha navneteweyî ya Kurdistana îroj, piştî gengêşî û peymana 18-26'ê Nîsana 1920'an di Konferansa San Remo de dest pê kir. Partiya "Îttîhat û Terakkî" ku nijadkujiya Ermeniyan bi rêxistin kiribû û peyikandibû, Împaratoriya Osmanî xist nav şerê Cîhanê yê Yekemîn. Piştî ku Împaratoriya Osmanî, ya ku di vî şerî de ciyê xwe li gel Almanya digirt têk çû, derfet kete destê mirovahiyê ku tevahiya neynokên vê dewleta dagirker hilkişîne.

Yek ji rêgezên sereke yê sosyalizmê ku li Ewrupa pêş diket û li Rûsya bûbû desthilatdar "rêgeza mafê diyarkirina çarenûsa neteweyan ya xwe bi xwe" bû. Sermayedariya li rojava ku ji hişyariya gelên rojhilat nerihet bû û dixwest wan di bin rêvebiriya xwe de bigre jî, xwedî li vê rêgezê derket. (Di prensîbên Wilson de ku bi Serokkomarê DYA Wilson hatiye binavkirin û ji 14 bendan pêk tê, heman rêgez cîh digre.) Belê Peymana Sewrê ya di 10'ê Tebaxa 1920'an de, ku bû îlana belavbûna Împaratoriya Osmanî di demek wiha dîrokî de pêk hate...

 

 

 

 

 

Şirove Bike - Yorum Ekle

Security code Nû bike - Yenile - Refresh

Ji Sînemaya Kurdî Peşniyarî - Kürt Sinemasından Öneriler

Band u brnj
Dayê
Mevlid-i Şerif
SEKERETA BERBANGÊ
Ceylan Önkol - Berîya Tofanê
 Xirbe Keryanê
26 Oca 2013
18 Mar 2013
26 Oca 2013
26 Oca 2013
23 Oca 2013

Ji Sînemaya Cîhanê Peşniyarî - Dünya Sinemasından Öneriler

Temaşekirin-İzleme:1084

Se7en (1995)

Temaşekirin-İzleme:1168

Metro 2013

Temaşekirin-İzleme:1337

Mulan (1998)

Temaşekirin-İzleme:1218

Genç Kız ve Kral

Temaşekirin-İzleme:1505

Holy Motors (2012)

Temaşekirin-İzleme:1283

Mektup

Temaşekirin-İzleme:1598

13. Esrar 2013

Temaşekirin-İzleme:1059

The Chronicles of Riddick (2004)

Temaşekirin-İzleme:1089

Kırmızı

Temaşekirin-İzleme:1479

Into the Wild - Özgürlük Yolu

Temaşekirin-İzleme:1314

Gwangi Vadisi

Temaşekirin-İzleme:1265

Kızgın Boğa

Temaşekirin-İzleme:1451

Hayat Güzeldir

Temaşekirin-İzleme:1699

Adı Carmen

Temaşekirin-İzleme:1335

Secret Agent (1936)

Fîlmên Nû - Yeni Eklenenler

Kanlı Postal

Kanlı Postal

Vizyon tarihi 11 Eylül 2015 Yönetmen Muhammet Arslan Oyuncular: Cansu Fır...

Fîlmên Ku zedetirîn hatine ecibandin - En Beğenilen Fimler

Shirin

Shirin

Rating: 6.8 / 10 from 950 users Yayınlanma Tarihi: 20 January 2010 (France) Ülke: Iran...

Filmên ku dawî hatine temaşekirin - En Son İzlenen Filmler

Yeşil Bölge

Yeşil Bölge

Süre: 115 Dakika Yönetmen: Paul Greengrass IMDb Puanı: 6.9 Yapım Yılı ...

онлайн фильмы

Têketin-Giriş

Şu anda 147 konuk çevrimiçi


Endamtî-Üyelik

Şu anda 147 konuk çevrimiçi

*
*
*
*
*

* İşaretli alanların doldurulması gerekir.