gototopgototop

Kürt Sineması - Sînemaya Kurdî - Kurdish Cinema

Têketin-GirişEndamtî-Üyelik
Anasayfa - Mal » Rêveber
A+ R A-
Rêveber

Rêveber

Rêveberê Malperê - Site Yöneticisi

Web Sitesi URL'si: http://www.sinemayakurdi.com E-posta: Bu e-Posta adresi istek dışı postalardan korunmaktadır, görüntülüyebilmek için JavaScript etkinleştirilmelidir

Rojnivîska Keşeyê Bajarok'ekî / Journal D’un Curé De Campagne (1951)

Cumartesi, 27 Aralık 2014 11:26 Yayınlandığı kategori / Di vê kategoriyê de: Hestiyarî / Dram

Di nav fîlmên Bresson de fîlmekî têra xwe bi wate û girîng e. Di fîlm de qala keşeyekî ciwan tê kirin. Ev keşe li bajarokekî dûr dest bi peywîra xwe dike. Keşe her roj tevî jiyana xwe ya rojane, hestên xwe di rojnivîska xwe de tîne ziman...di heman demê de di nav lepê nexweşîneke giran û dijwar de roj bi roj dihele diçe...keşe nexweşe û bi penceşêrê ketiye! Piştî demekê xwarin jî naxwe, tenê nan hur dike nav şerabê û wisa zikê xwe têr dike. Lê keşeyê me keşeyekî îmana wî kamil û bawermendekî dilpak e. Ji hêlekê ve bi nexweşiya xwe re û ji hêlek din jî bi nexweşînên civakê re têdikoşe! Li hember pêkûtû û nebaşiyên dijwar, keşe dîsa jî baweriya xwe ji xwedê nake û dixwaze alîkariyê bide hin kesên li wî bajarokî dijîn. Lê mixabîn her ku diçe keşe di nav pirsgirêkan de asê dibe û dibe biyaniyekî jiyanê. Kes wî fêhm nake û di nav tenêtiyek har de nexweşiya wî serî lê gêj dike, heta ku dimire diçe... Ev fîlm rewşa oldarekî dilpak radixe ber çavan. Oldarekî ku tu wateyê nade nêzîkatî û tevgera mirovên nûjen. Bêxemî û bêxîretiya jiyana nûjen keşe dixe nav fikaran! Keşe ji ber vê rewşê êş dikişîne û êşa wî aş nabe. Li gor derhênerê nemir Tarkovsky, ev fîlm, "Di nav fîlmên heta niha hatine kişandin de, fîlmê herî baş e."

Bixwine:

R. Bresson: Havênê Sînemaya Felsefîk û Modêl'ê Sînemaya Dilpak!

 

 

Dîlekî îdamê Reviya / Un Condamné à Mort s’est Echappé (1956)

Cumartesi, 27 Aralık 2014 10:46 Yayınlandığı kategori / Di vê kategoriyê de: Hestiyarî / Dram

Di vî fîlmî de qala dîlekî (mehkûm) tê kirin. Ev dîl bi îdamê re rû bi rû ma ye û wê di demek nêz de bi sêdarê ve bê daleqandin! Dîlê bi navê Fontaîne, ji wargeha Naziyan dixwaze bireve û naxwaze bê îdam kirin. Ji bo ji wargehê bireve dest bi plan û poşnûmeyan dike. Vîna Fontaîne weke hesin û pola ye, tu hêz nikare bitewîne! Naxwaze kêliyekê jî di girtîgehê de bimîne, ji ber wê jî li ber xwe dide ku ji girtîgehê bireve. Naxwaze di bin teslîmiyeta Naziyan de biçewise. Fontaîne evîndarê azadiyê ye. Her roj bi xeyala azadî û rizgariyê dijî. Ji bo vê xeyala xwe pêk bîne gav bi gav plana xwe dixe meriyetê û rojek berî rojekî dixwaze xwe ji dojeha Naziyan xelas bike an na wê were gulebaran kirin! Ev fîlm, bawerî û berxwedana Fonteîn vedibêje ji me re. Bresson di vî fîmê de dibêje ku, "rihê we azad be ramana we jî azad e" Fonteîn jî bi vî rihê azad ji girtîgehê direve û digihîje azadiya xwe. Hevalên Fonteîn reva ji girtîgehê weke xeyaleke pûç dibînin û bawer nakin ku wê karibin ji hepsê birevin. Lê Fonteîn bawer dike û li dû wê baweriya xwe diçe. Ew bawerî wî derdixe derve....Bresson, dixwaze bi vî fîlmê têkoşîna mirovan ya ji bo azadiyê vebêje. Bi rastî jî Bresson, di mekanek wisa teng û gepsoyî de fîlmek bêhempa derxistiye holê û nahêle ku mirov li ber fîlm kêliyek jî aciz bibe. Gava fîlm diqede mirov dibêje qey di şûna Fonteîn de em azad bûne. Piştî fîlm mirov baş têdigihîje ku "ba kurê bixwaze li wir diweze" Fonteîn dibe ba û dibêje ez ê li dervayî girtîgehê biwezim. Bi kurtasî ev fîlm wateya "Ba" bûnê ango mirov çewa dibe ba û diweze ji me re vedibêje.

 

Bixwine:

R. Bresson: Havênê Sînemaya Felsefîk û Modêl'ê Sînemaya Dilpak!

Mouchette (1967)

Cumartesi, 27 Aralık 2014 10:33 Yayınlandığı kategori / Di vê kategoriyê de: Hestiyarî / Dram

Ev fîlm yek ji şaheserên Bresson e! Di fîlm de li ser derûniya keçikek ciwan hatiye sekinandin. Li bajarokekî ji derve re girtî û dûr em dibin şahidê neçariya Mouchette. Bavê Mouchette her tim araqê divexwe û serxweş e! Diya wê nexweşe û di nav ciyan de ye. Birayekî Mochette jî hêj di dergûşê de ye. Mochette di nav xizaniyê de jiyaneka xedar derbas dike! Li vî bajarokê biçûk di çavê her kesî de xerabî tê xwandin. Her kes di hundirê xwe de nebaşiyek xwedî dike û li pişt hev bi dijminahî tevdigerin. Mouchette jî li vî bajarokê dirû û kirêt jiyaneka bi êş derbas dike û ji xwe re li riyeka xelasiyê digere. Ji bo wê tu hêvî nemane û li ber têkçûyinê ye. Bresson di vî fîlmê xwe de jî, modernîzma rojavayî rexne dike û dide zanîn ku tu pêşketin tune ye. Mirov li xwîna hev dimijin û sexte dijîn...Di şûna aramî û dilpakiyê de, tovê hêrs, xedarî, hesûdî, bextreşî û şermê diçînin di navbera hev de. Mouchette bi van pirsgirêkên civakê re rasterast girêdayî ye. Bresson dîsa berê kameraya xwe daye erkên civakê û dixwaze rewşa wan ya li holê rexne bike. Hişmendiya civakê ya çewt mirov tîne astek çewa? Mouchette di nav vê jiyana xedar de tenê çareseriyek dibîne ew jî, xwe kuştin e! Wekî din tu rê nemane. Piştî mirina diya xwe, piça hêviya hebû jî dimire û herî dawî Mouchette xwe di kaşekî de gêndirî dike û dikeve gola avê dixeniqe! Tê zanîn ku Bergman 3-4 caran li vî fîlmî temaşe kiriye û gotiye, "Ez dikarim 3-4 carên din jî li vî fîlmî temaşe bikim û kêliyek jî aciz nebim." Bresson jî ji bo Mouchette wiha gotiye, " Mouchette nîşaneya xizanî û xedariyê ye. Mirov dikare li her derî pêrgî Mouchette were; li şer, wargehên civanê, îşkence, suîqest û hwd."

Bixwine:

R. Bresson: Havênê Sînemaya Felsefîk û Modêl'ê Sînemaya Dilpak!

Cêvbir - Cêvkesan / Pickpocket (1959)

Cumartesi, 27 Aralık 2014 10:29 Yayınlandığı kategori / Di vê kategoriyê de: Hestiyarî / Dram

Di fîlm de bi rastî jî Modêlekî serkeftî heye. Modêlê bi navê Michel, mirovekî bi serê xwe ye û di heman demê de niviskariyê jî dike. Lê niviskariyek lewaz û sist. Ramanên wî hinek tevlîhev in. Ji ber pirsgirikên xwe yê şexsî zêde bi niviskariyê re mijûl nabe. Piştî demekê Michel, biryar dide ku dest bi cêvbiriyê bike û dikeve cêvê kesan ji wan pere didizê...Derûniya Michel qet ne başe û bi awakî mekanîk tevdigere. Ji rih û giyan xesandiye ew, tenê karê xwe dike ewqas! Ji bo Michel ev karê hanê (cêvbirî) ne sûc e. Ji lew re, kesên van peran kar dikin ne bi ked û xwîdana xwe kar dikin. Ew ji kesên xizan didizin, Michel jî ji wan didize. Pereyên ku Michel didize mafê kesên xizan e! Michel, diziya xwe bi vî awî meşrû dike û vê fikra xwe mafdar dibîne. Ji xwe di serê fîlm de jî wiha tê gotin, " Ev fîlm ne fîlmekî sûcan e; derûniya kesekî ku cêvbiriyê dike vedibêje." Xitimandina Michel di heman demê de xitimandina pergalê ye. Michel, ji rewşa ku têdeye ne razî ye. Lê ew jî nizane êdî çi bike û ji xeynî cêvbiriyê tiştek nayê hişê wî! Michel, nêzîkî du salan navber dide karê cêvbiriyê û direve diçe welatekî din. Piştî du salan dîsa vedigere tê Fransa. Dîsa dest bi diziyê dike lê ev car tê girtin û dîl dikeve. Bi girtinê re Michel, tê ser hişê xwe û dîsa Bresson di nava çar dîwaran de azadiya mirovekî nîşanî me dide. Pirsgirêkên Michel hinek ontolojîk in...Gava di hepsê de jinika bi navê Jeanne tê hevdîtina wî Michel diguhere û bi hezkirina jinikê ji pirsgirêkên xwe rizgar dibe. Ji lew re Michel hezkirinê ji bîr kiriye û weke biresereke vala jiyanekê domandiye. Peyva wî dawî (gava ku Jeanne'yê hembêz û maç dike) wiha ye, "Ji bo ez te bibînim hewcebû min ewqas wext derbas bikira!"

 

Bixwine:

R. Bresson: Havênê Sînemaya Felsefîk û Modêl'ê Sînemaya Dilpak!

онлайн фильмы

Têketin-Giriş

Şu anda 400 konuk çevrimiçi


Endamtî-Üyelik

Şu anda 400 konuk çevrimiçi

*
*
*
*
*

* İşaretli alanların doldurulması gerekir.